Bi boneya Cejna Fish (cejna rabûnê ya pîroz) li gorî salnameya Rojavayî, em pîrozbahiyên xwe yên germ li xwişk û birayên xwe yên Xiristiyan yên li herêmên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ne, tevahiya welat û cîhanê bi giştî pêşkêş dikin, herwiha em pîrozbahiyên germ pêşkêşî Pîroziya Papayê Vatîkanê, Babê Francis, û hemî endamê bi rûmet yên Dêrê dikin.
Em hêvî dikin ku welatê me dê bi aştî û aramiyê kêfxweş bibe, û teror, zalimî û dagirkerî ku axa me wan nefret dike, dê ji holê werin rakirin.
Em ji Xwedê dixwazin ku cîhan ji bela û şeran baş bibe, û hezkirin û aşitî serdest be.
Cejna Fish pîroz be
3’ê Avrêl 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk