Meclîsa Sûriya Demokratîk

Peyama pîrozbahiyê bi boneya Sersala Êzîdî

 

Bi boneya sersal Êzîdî, «Çarşemba Sor» (Li gorî Salnameya rojhilatî, Çarşema yekem ji Nîsanê); Em pîrozbahiyên xwe yên ji dil pêşkêş dikin, ji hemî xwişk û birayên Êzîdî û civaka Êzîdî ya giştî re li herêmên Rêveberiya Xweser ku ji bo bihevre jiyankirina pêkhateyan û biratiya wan wekî wahakê tê hesibandin, û ji hemî Êzîdiyên li cîhanê re, dişînin, û ji wan re saleke pîroz û bextewar dixwazin.

Êzîdî, civakek kevnar e, ku dîrok û aliyê din yê nasnameya cûrbecûr û pirjimar a Kurd û Sûryan temsîl dike, û di dirêjahiya dîrokê de bi gelek êş, azar û karesatan re rû bi rû maye; ya dawîn ji wan sê sal berê li herêma Efrînê li ser destê komên terorîst yên tundrê yên girêdayî Tirkiyê ku herêmê dagir dike, û berî wê jî rastî tawanên rêxistina terorîst ya DAÎŞ’ê hatin li Şengalê (Sincar) ya herêma Kurdistan Iraqê.

Parastina nasnameya civaka Êzîdî dewlemendkirina nasnameya niştîmanî ya Sûrî ya dorfireh e, ku dest pê dike bi vegerandina maf û jiyanê ji bo civaka Êzîdî li Efrîna dagirbûyî û deverên mayî yên ku bûne şahidê qirkirina etnîkî ya sîstematîkî.

Em hêvî dikin ku ev boneya ku nûvekirin û vejînê nîşan dide, bibe destpêka bidawîkirina hemî pirsgirêkan, ji nexweşiya Corona bigire heya bidawîbûna kirîza Sûrî û êşên gelên Sûrî û gihîştina daxwazên wan ji bo Sûriyek demokratîk, piralî û nenavendî.

14’ê Avrêl 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment