Meclîsa Sûriya Demokratîk

Pîrozbahiya Cejna Ekîto

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) pîrozbahiyên germ pêşkêşî xwişk, bira û kurên me yên Aşûrî, Kildanî û Suryaniyên li Sûriyê û cîhanê dike, bi boneya Sala Nû ya Asûrî-Babîlî (Ekîto), ku her sal dikeve 1’ê Nîsanê de.

Cejna Ekîto, rengvedana dewlemendiya welatê me, Sûriyê ye, û yek ji diyardeyên dierbirîna nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelên herêmê tête hesibandin, ku wan jî azar dîtine mîna miletê Sûrî û pêkhateyên wê, di dehsalên borî de ji ber polîtîkayên dûrxistin, cûdakarî û paşguhkirinê ji rayedarên desthilatdar êş kişandine.

Em hêvîdar in ku cejnên tên, di rewşên ewlehî û aramiyê de bin, piştî bidawîbûna dagirkerî, teror û sitemkariyê û gihîştina daxwazên gelê Sûrî ji bo dewletek demokratîk, pirrengî, nenavendî ku hemî nasnameyên himêzdike ji bo dewlemendkirina nasnameya niştîmanî ya yekbûyî.

Sersala we pîroz be
Ekîto pîroz

30’ê Adarê 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment