Meclîsa Sûriya Demokratîk

Birûska sersaxiyê

Bi xembarî û xemgîniyek mezin, me di Meclisa Sûriya Demokratîk de nûçeya karesata trajîk a trênên Sohaj bihîst.

Em di vê belaya mezin de, sersaxiya xwe ji dil pêşkêşî malbatên qurbanan, gelê Misrê yê bira, û serkirdayetiya wê ya siyasî, bi serokatiya serok Ebdil Fettah El-Sîsî dikin.

Em hêvî dikin ji birîndaran re çakbûna lezgîn, ji qurbanan re dilovanî, û ji malbatên wan re jî sebrê dixwazin.

Meclisa Sûriya Demokratîk
. 26’ê Adarê 2021

Add comment