Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

 

Di 23′ Adarê de, 2’emîn salvegera rizgarkirina bajarokê Baxozê, li Dêra zorê ye, ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve, bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Rizgariya Baxoz hate hesibandin gava girîng ya ku rêxistina terorê DAÎŞ bi dawî kir, bi erdnîgarî û li qadê, piştî ku ew derbeya mezin lê xist wekî rêxistina herî xeternak a faşîst ku ji mirovahiyê ve tê zanîn ji dawiya Cenga Cîhanê ya Duyemîn heya vê demê.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de, di demekê de ku em vê rizgariyê li gelên Sûriyê, herêmê û cîhanê pîroz dikin, ku ev rizgariyek ji bo hemî gelên cîhanê ye ji rêxistina Daiş li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk, yên ku di rêça têkoşîna xwe ya heft salan de nêzîkî 35 hezar şehîd, birîndar û birîndarên şer da û hîn jî berdewam dike;
Em piştrast dikin ku tevî vê rizgarkirinê û serfiraziyên berê, xetera DAIŞ hêj neqediya ye, û xirabiyên wê berdewam dikin ku siya tarî bavêjin ser herêmê di hewlekê de ku xwe rêxistin bike piştî ku Tirkiye û çeteyên wê bajarên Serê kaniyê û Girê spî dagir kirin, di Çiriya Pêşîn a 2019’an de heya hewildanên dawî yên berdewam ji bo dagirkirina Eyn Îsa de ji çar mehan, bi binpêkirinên xwe yên domdar û rabûna wê bi tawanên cengê yên şirovekirî bi birrîna avê û siyasetkirina wê li dijî gelên Sûriyê û Iraqê jî.

Herwiha em amaje ni raya cîhanî û herêmî dikin ku gelê Sûriyê, li herêmên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, rûbirûyî metirsiyên mezin dibin ji ber operasiyonên rizgarkirinê ku li pey xwe derdora 62 hezar çekdarên DAIŞî, û malbatên wan hiştine ji 58 neteweyên herêmî û cîhanî ku vê gavê li kampa Holê û deverên din in, û ji ber vê em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehî ya NY û hemî rêxistinên peywendîdar dikin ku berpirsiyariyên xwe hilbigirin yan bi radestkirina hemwelatiyên xwe bikin an bi piştgirîkirina damezrandina dadgeheke terorî ji bo wan li rojhilatê Firatê, û hewcedariya dabînkirina piştgiriya navneteweyî ji bo domandina şerê dijî terorê bi pêşxistina projeyên piştgirîkirina aramî û mercên ewle ji bo tevlîbûna nav civakên xwecihîî ji bo malbatan û kesên bandorkirî bi ramanên tundrewî û terorê.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku bidawîbûna DAIŞ bi domdarî di serî de bi ziwakirina çavkaniyên piştgiriya wê ya ramanî û darayî dest pê dike, û em nafikirin ku ew ji kesekî veşartî be ku Turkiya Erdogan vê gavê bûye piştevanê sereke ji rêxistinên cûrbecûr ên terorê, tevgera çetetiyê pêşve dixin û hemî dosyayên mirovahî yên Sûrîyê siyaset dikin da ku projeyên xwe yên wêranker û dabeşkirî jibo Sûrî û herêmê û cîhanê xurt bikin.
Em tenê dikarin sersaxiyê ji dil û can bixwazin ji malbatên şehîdên xwe re di Hêzên Sûriya Demokratîk de, û israr bikin di pêş de ji bo tunekirina DAÌŞ û yên pê re têkildar in heya ku ewlehî û aştî li Sûriyê pêk were û kirîza wê bi tevahî çareser bibe.

23’ê Adarê 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment