Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

êzî 3000 sal in, gelê Kurd Newroza xwe pîroz dike, ew vê yekê bi gelek gelên li herêmê re parve dike ku bi hev re Newrozê dikin, ji bo ku nirxên azadî, dad, wekhevî, rizgariya ji zilmê û bidawî anîa wê.

Ev cejn di nav gelên Rojhilata Navîn de yek ji cejnên herî kevn û girîng tête hesibandin, û dirêjiya wê ji ber berdewamiya şerê di navbera başî û xirabiyê de di pergalên zalimî û bizavên pêşvebirinê de ku sitemkariyê red dikin û tekez dikin li ser nircên pêkvejiyanê û cihêrengiya li herêma me, ya ku tu carî dev ji hewldanên têkdana pirengiya di civakên me de, berneda ye.

Bi saya van prensîban û li gorî nirxên wê, pêkhateyên Sûrî karîn Suryan, Ermeniyan, Tirkmenan, Ereb û Kurdan jî tê de bihewînin Misilman, Xiristiyan û Êzîdî ji destpêka 2014 ve karûbarên xwe yên civakî birêkûpêk kirin û xwe bi damezrandina Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ve birêve dibin, ku îro û di pêşerojê de dibe çareseriyên çêtirîn ku Sûriyê ji rastiya wê ya dabeşker derxîne û çareser bike krîza ku di sala xwe de bû yazdehemîn, piştî ku van pêkhateyan di parastinê de wêneya herî hêja pêşkêş kirin Li ser yekbûn û yekparçeya xaka welat li dijî rêxistina faşîst a DAIŞ’ê ku tê piştgirî kirin ji Tirkiya Erdoganî û komên Sûrî yên ku rolên dilîzin çareseriya Sûrî asteng dikin û dijminahiya biratî û yekîtiya çarenûsa van pêkhateyan û aştiya wan a civakî dike û hewildanên wan yên yasa kirina tawanên dagirkeriya Tirk li dijî gelên Sûriyê li deverên ku dagir kirine, nemaze Efrîn.

 

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de hatina Newrozê li gelên Sûriyê, gelên deverê û cîhanê pîroz dikin, û em hêvîdar in ku Newroza bê dê bibe roja azadiyê jibo hemî girtiyên siyasî û siyasetmedaran ji zindanên ya welatên Tolîtariyan, û bibe sala bidawîbûna qeyranên herêmê, bidawîbûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên Sûriya dagirbûyî, û sala çareseriya aloziya Suriyê be li gorî riya wê ya siyasî, li gorî biryarê yasaya navdewletî yên têkildar, di serî de biryara 2254, herwiha em pîrozbahiyên taybetî ji gelê kurd re pêşķêş dikin, û tekez dikin li ser piştgiriya me ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li gorî hevpeyman û peymanên navneteweyî yên têkildar, da ku Sûriyê welatek be ji bo hemî pêkhateyên wê û pirsgirêkên wê li gorî destûrek nûjen ji bo dewletek nenavendî demokratîk be.

20’ê Adarê 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment