Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nûneratiya “MSD” li Qahîreyê serdana Sekreterê Giştî yê berê yê Komkara Erebî, Emr Mûsa dike

Sîhanok Dîbo û Leyla Mûsa, nûnera MSD’ê li Komara Erebî ya Misrê, seredana baregeha Sekreterê Giştî yê berê yê Komkara Erebî, Emr Mûsa, li Qahîre kirin.

Hevdîtin li ser nerîna Meclisa Sûriya Demokratîk bû ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî modela Rêveberiya Xweser ku yekbûn û yekîtiya xaka Sûriyê diparêze.

Herwiha di hevdîtinê de bal hat kişandin ser rola “Hêzên Sûriya Demokratîk” di parastina pêkhateyên Sûrî ji Terorîzma “DAIŞ’ê”, û di heman demê de rola wan di parastina rewa de li dijî êrîşa berfireh ya Turkiyê de.

Di civînê de pêdivîbûna rola Komkara Erebî di çareserkirina kirîza Sûrî de hate destnîşankirin.

Ji aliyê xwe ve, cenabê wî Sekreterê Giştî destnîşan kir ku pêdivî ye Meclisa Sûriya Demokratîk beşdar be di çareseriya siyasî û nivîsandina destûra nû ya Sûriya yê, ya ku divê pirsgirêkên cudarengî û pirrengî yên ku ew di hundurê sîstemek siyasî ya nenavendî de dihebîne li ber çav bigire û di çerçoveya yekitiya xaka Sûriyê de be.

Add comment