Meclîsa Sûriya Demokratîk

Komîteya derçûyî ji kongireya “nişteciyên Cizîrê û Firatê” pêkanîna encamên wê dişopîne.

Roja Şemiyê, li bajarê Hesekê, civîna mehane ya “Komîteya şopandinê” ku ji kongireya niştîmanî ya nişteciyên Cizîrê û Firatê” derket, hat li dar xistin, ji bo lêkolîn û nirxandina encamên kongireyê û pêkanîna wan li ser erdê.

Ligel endamên komîteyê, her yek ji; Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer û hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser Abdul Hamid El-Mihbaş jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de raporên ku ji hêla komîteyên pispor ve hatine şandin (îdarî-aborî-ewlehî) û pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû ne û astengiyên ku dibin asteng linpêş xebatên wan, ligel pêşniyarkirina çareseriyên guncaw ji bo biryardan wan, hatin nîqaş kirin.

Di civîna dawîn de biryar hate girtin bo avakirina “Nivîsgeha Karûbarên Girtiyan” di nav avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Dadê de, ku wezîfeya wê şopandina dosyaya girtiyan e, ji girtinê dest pê dike heya pêbendbûna li pêş dadgehan.

Komîteya Ewlekariyê kêşeyên li pêşberî herêmên Rêveberiya Xweser, û hewildanên ku nakokiyê di navbera pêkhateyên herêmê de biçîne û aramiya herêmê têk bide, nirxand.

Derbarê Komîteya Aborî de, wê sedemên kêmbûna xizmetguzariyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve têne peyda kirin, nîşan da û ev yek vegerand bi gelek kêşeyên ku li herêmê û Sûriyê bi giştî rû didin.

Komîteyê pêşniyarên ku wê derbas bikin û li gorî karînên heyî xizmetan baştir bikin pêşkêş kir.

Herwiha wê zirara ku gihîştiye sektora çandinî û sewaldariyê ji ber ziwabûn û kêmbûna baranê nîqaş kir, û tekezî kir li ser piştgiriya cotkaran û beşê sewaldariyê, û herwiha pêşniyar hatin dan têkildarî peydakirina çareseriyên ji bo kirîza sotemeniyê û ard.

Derbarê ziyanên ku ji ber kêmbûna ava çemê Firatê û kêmbûna sektora enerjiyê derket, ji encama kiryarên nemirovane yên dewleta Tirk, beşdaran daxwaza bilindkirina xebatê di her astê de kirin ji bo ku Tirkiye avê wekî çekê bikar neyne li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ku ji / 5 / mîlyonî zêdetirî ligel bi sedhezaran penaberên Sûrî li xwe digire.

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Kargêriyê di rapora xwe de, balkişand ser riya tekoşîna li dijî gendeliyê û pêşvebirina vê dosyeyê, û herwiha avahî û geşepêdana rêveberiyê, û xebitandin ji bo rastkirin xeletiyên îdarî.

Têkildarî têbîn û pêşniyarên ku ji hêla sê komîteyên pispor ve hatine pêşkêş kirin, hevserokê Meclisa Rêvebir, Abdul Mihbaş, got ku rexneyên ji hêla komîteyê ve têne pêşandan mîna pisûleyekê ye ku riya Rêveberiya Xweser rast dike û karê wê dimeşîne .

Mihbaş li ser budceya Rêveberiya Xweser û dabeşkirina wê ya dadperwer bi rengekî ku xizmeta herêmê dike û pêşveçûnê ji bo herêmê û niştecihên wê pêk tîne, peyivî.

Di civînê de herwiha nîqaş hate kirin li ser gelek doseyên têkildarî pêşxistina Rêveberiya Xweser û bicihanîna encamên kongireya niştîmanî ya nişteciyên Cizîrê û Firatê ku di dawiya sala 2020 de hatibû li dar xistin.

Add comment