Îro li Hesekê Civîna sêyemîn a komîteya şopandinê ya ku ji “Kongireya Nişteciyên Cezîrê û Firatê” derketibû hat lidarxistin, ji bo şopandina pêşveçûna xebatên komîteyê, nirxandina xebata wê, û nirxandina pêşniyarên ji bo pêşkeftina Rêveberiya Xweser.
Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, hevseroka MSD`ê Emîna Omer û hevserokê Meclisa Rêvebir di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Ebd Hamid Mihbaş, herwiha endamên komîteyê ji rêveberiyên Xweser û Sivîl ji hemî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Civînê guh da raporên hersê komîteyên ku di du civînên paşîn de hatine damezirandin, ango (îdarî – aborî – ewlehî), ku tê de gelek astengî têne pêşiya xebata komîte, nivîsgeh û desteyên Rêveberiya Xweser piştî her komîteyê gelek serdan, şopandin û civîn pêk anîn da ku astengiyên di raporê derxînin ku geşedana xebatê bi sînor dikin digel pêşkêşkirina pêşniyar û çareseriyên pêkan û şopandina pêkanîna wan.
Di raporan de pirsên sereke yên têkildarî geşepêdana Rêveberiya Xweser û jiyana welatiyan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hebû, tê de pirsgirêkên îdarî, pirsgirêkên jinûveavakirinê, û sazûmankirina deste û komîteyên Rêveberiya Xweser, û tê de karûbarên ku bandor li jiyana rojane dikin ya hemwelatiyan û yên din bi dadmendî û dadweriyê ve têkildar bûn.
Civîn bi dirêjî li ser dosyayên dijî gendeliyê sekinî, qanûnên parastina xerîdaran erê kir, û dezgehê Çavdêriya Navendî erkdar kir ku di vî warî de çi hewce be bike.
Di rapora xwe de, Komîteya Aborî çend pêşniyar nirxand da ku aboriya rêveberiya xweser pêşvebixe û rewşa jiyana niştecîh û welatiyên herêmê baştir bike, wek sektora çandiniyê bi piştgirîkirina wê û handana cotkar û sektora sewalkariyê, herwiha pêşkêşkirina pêşniyarên têkildarî peydakirina çareseriyan ji krîza sotemenî û ard re.
Di Komîteya Ewlekariyê de, civînê di derbarê mijarên girtin û binçavkirinê de, bi riya damezrandina Nivîsgeha Karûbarên Girtiyan û diyarkirina dem û rêbaza binçavkirinê gelek biryar li gorî mekanîzmayek taybet bê pejirandin û were pêkanîn di hemî beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê.
Zagon û biryarên din jî hene ku di bin lêkolîn û qedandinê de ne û biryar e ku di hefteyên bê de bêne eşkere kirin, wekî Zagona Pêjiyaniyê, Zagona Bacê û Zagona Medyayê, ligel Nivîsgeha Plansazî û Pêşvebirina Civakî.
Encamên “Kongireya Nişteciyên Cezîrê û Firatê” wekî nexşeyek stratejîk tête hesibandin ji bo pêşvebirina rêveberiya xweser û berferehkirina beşdariya civakê di nav rêveberiyê de, ev encamana di konferansê de hat piştî sêzdeh semînerên diyalogê yên li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê di sala 2020 de.