Meclîsa Sûriya Demokratîk

Di roja duyemîn a Hefteya Çandî ya Reqayê de … MSD’ê semînerekê li ser “zordariyê” pêşkêş dike.

Îro, Yekşemê, Meclisa Sûriya Demokratîk semînerek li ser “zordariyê” pêşkêş kir, tê de wateya têrma zordaroyê û bandora wê li ser civakê û jiyanê şirove kir, ev yek di çarçoveya çalakiyên roja duyemîn a yekemîn hefteya çandî ya yekem di bajarê Reqa de.

Di çalakiyê de bi dehan kes ji bajarê Reqayê, hunermend û rewşenbîrên ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, û şandên fermî yên Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevserokatiya wê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Di semînerê de têgîna zordariyê, yekdestdariya wê ya li ser desthilatdariyê, desteserkirina azadiya welatiyan û pêkanîna polîtîkayên ku tenê ji desthilatdariya serdest re xizmetê dikin, hate nirxandin.

Semîner ji hêla endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk, Elî Rehmûn ve hate pêşkêşkirin, amaje bi qonaxên radestkirina hemwelatiyê ji desthilatdariya zordest û amûrên ku ew bikar tîne da ku hegemoniya xwe ya domdar misoger bike.

Rehmûn ronahî da ser bandorên zordariya ku dibe sedema paşketiné di her astê de, pûçbûna enerjiyan û helandina wan, têkbirina azadiyan, domandina cûdakariyê û perçebûnê, ligel şerê nirxên exlaqî yên hêja û hewildana tune kirina wan.

Di bernameya roja duyemîn a hefteya çandî de pêşandana çend kurte filmên xelatgirtî jî hebûn, ku rastiya mirovî ya heyî û bandora wê ya li ser civakê ronî dike.

Çalakiyên hefteya yekem a çandî li bajarê Reqayê bi gelek bernameyên xebatê berdewam dikin, tê de şano û komxebatên xêzkirina azad ji zarokan re heye, digel sazkirina çendîn ders û semînerên ku sernav û diruşmên cûda li xwe digirin.










Add comment