Meclîsa Sûriya Demokratîk

Bi serperiştiya MSD’ê, rêveçûna çalakiya heftane ya çandî li Reqayê

Bi serperiştiya Meclisa Sûriya Demokratîk û hevkariya yekîtiya rewşenbîran, roja Şemiyê çalakiyên hefteya yekem ya çandî li bajarê Reqayê, bi beşdariya komek hunermend û rewşenbîrên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û saziyên sivîl birêveçû.

Di roja yekem de, çalakiyên hefteya Çandî li navenda Çandê li bajarê Reqa destpêkir di nav pêwendiyek mezin ya xelkê bajarê Reqa û amadebûna şandeyên fermî ji Meclisa sivîl ya Reqayê, şandeyek ji Rêveberiya xweser ya Bakur ú Rojhilatê Sûriyê û partiya sûriya pêşerojê û saziyên ciaka sivîl.

Çalakî bi gotina pêşwaziyê û bixêrhatinê destpêkir ji aliyê endamê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk û endamê komîteya amadekar ya hefteya çandî “Selam Hisên” re, piştre vekirina pêşangeha hunera şêwekarî bi beşdariya komeke cûrbecûr ji karên hunerî yên şêwekarên bajarê Reqayê û ji gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Li gorî komîteya amadekar, ev çalakî armanc dike ku têkiliya çandî û hunerî li bajarê Reqayê zêde bike, qadên nû ji bo hevkariya afirîner veke, û bi çalakiyên xwe yên hunerî û çandî ve hevrêziya di navbera hunermend û afirîneran de durist bike.

Herwiha di nav çalakiyên roja yekem di heman demê de pêşangehek pirtûkan ji pirtûkxaneya “Bor Seîd” jî hebû, ku tê de gelek pirtûkên xelkên bajêr hene, di nav wan de nivîskar, helbestvan, çîroknûs û şano, li kêlek pirtûkxaneya Emar ji bajarê Qamişlo.

Çalakî bi pêşkêşkirina xelekên stranê ji hêla koma hunerê ya Minbicê ve berdewam bû, ligel danişîna gotûbêjê ji bo pirtûka “Nebaha û Istihmar” ya Elî Şeríetî, ku ji hêla “Ebdil Qadir Miwehed” ve ji Navenda Meda ya Lêkolînên Tundrewiyê hate pêşkêş kirin.

Hefteya çandî, ku li bajarê Reqa yekem e ji celebê xwe, tê de bernameyek domdar heya 25’ê Sibatê heye, tê de pêşangehên wêneyên hunerî û yên din ji xebatên filiklorî, herwiha lidarxistina Konserên hunerî, xwendina helbestan, û pêşandana pirtûk û çîrokên ku xelatên cîhanî wergirtine.











Add comment