Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nivîsgeha MSD’ê li “Dirbêsiyê” li ser geşedanên siyasî semînerekê li dardixe

Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk semînerek li ser geşedanên siyasî û nêrîna MSD’ê ji çareseriya Sûrî, bi amadebûna kesayetên siyasî, çalakvanên civakî û rewşenbîran, li bajarê Dirbesiyê, bakurê Hasaka, li darxist.

Rêvebirê nivîsgeha MSD’ê, “Muder El Mele”, bixêrhatina beşdaran kir û mijarên ku dê ji hêla semînerê ve werin vegotin diyarkir.

Ji aliyê xwe ve, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî, “Husên El-Elî”, li ser geşedanên siyasî yên li qada Sûrî û bandora guherînên navneteweyî û herêmî li ser dosyaya Sûrî bi giştî peyivî.

El-Elî helwestên Meclisa Sûriya Demokratîk derbarê têkçûna civînên komîteya destûrî diyar kir, bang li aliyên navneteweyî kir ku biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî bi piratîkî pêk bînin bi beşdariya hemî aliyên Sûrî tevlî bikin bêyiî dûrkirina ti kesî.

Herwiha amaje kir ku rêça Komîta Destûrî têk diçe tevî hewildanên vejandina wê, û got, “Heke vê carê jibo avakirina lihevkirina niştîmanî mîna ya ku ji hêla MSD ve hatî pêk anîn, dê encamên wê di asta niştîmanî ya Sûrî de çêtir bin .

Di çarçoveyek din de, “El-Eli” li ser diyaloga Kurdî-Kurdî axivî û hewcedariya xebata ji bo temamkirina peymana Kurdî, ku wekî destkeftiyek li seranserî welat tête hesibandin û rê li ber lihevhatin û peymanên din yên niştîmanî vedike, destnîşan kir.

Herwiha balkişand ser “Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cezîrêû Firatê” ya ku di Çiriya paşîn de hat li dar xistin û encamên ku jê derketî, û israra di cîbicîkirina bendên wê de û bi ku di encan de berfireh kirina Rêveberiya Xweser bi kesên pispor û xwedî tecrube.








Add comment