Meclîsa Sûriya Demokratîk

Saziyên hiqûqî û sivîl ji rêjîma Sûriyê daxwaz rakirina dorpêça li ser koçberên ji Efrînê dikin

 

Yekîtiya Parêzerên Efrîn û Şehbayê û rêxistinên civaka sivîl daxwaz ji rêjîma Sûrî kirin ku dorpêça li ser koçberên Efrînê û gelê Şehbayê li kantona Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê rake.

Daxuyanî bi beşdariya saziyên sivîl û siyasî û komek koçberên Efrînê li “Kampa Serdem” a bajarokê Ehdas ya kantona Şehbayê li gundewarê bakurê Helebê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di bin domandina dagirkirina herêma Efrînê de û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê yê resen ji kuştin, koçberkirin û guhertina demografiya herêmê, rejîma Sûrî siyaseta birçîbûn û dorpêçê dimeşîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku siyasetên rêjîma Sûriyê yeksan e bi pratîkên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê, di warê tengefakirina koçberên Efrînê li deverên Şehbayê û hin taxên Helebê.

Daxuyaniyê diyar kir ku rejîma Sûrî nahêle keresteyên bingehîn darbas bin û dorpêçek xeniqandî ferz dike, “êşa koçberiyê, zêde dike.”

Berdewam kir ku ev dorpêçkirin ne ya yekem e, ji ber ku rêjîmê berê van deveran dorpêç kiribû û rê neda ji bo hatina xwarin û pêdiviyên alîkariyê.

Dorpêç pêşîgirtina li ber derbasbûna gaz, mazotê, pêdiviyên bizîşkî, şîrê zarokan, ard û xwarinên din li xwe digire.

Daxuyanî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bilez destwerdanê bike da ku rejîma Sûrî neçar bike ku dorpêça li ser herêma Şehbayê rake, wê wekî herêmek bobelat bibîne ku hewcedariya wê bi alîkariyek lezgîn heye.

Herwiha daxwaz ji Xaça Sor a Navneteweyî û saziyên ragihandina navxweyî û cîhanî kir ku balê bikişînin ser mercên mirovî yên dijwar yên ku ji aliye dorpêçê ve li ser mirovên bi zorê ji Efrînê hatine koçber kirin “û xelkên Şehbayê” tê kirin û bixebitin da ku êşên wan ji gişt cîhanê re ragihînin.

Add comment