Meclîsa Sûriya Demokratîk

Rûniştinek diyalogê di navbera Nivîsgeha Têkiliyan ya MSD’ê û rêxistinên civaka sivîl de li Reqayê

Nivîsgeha Têkiliyan ya Meclisa Sûriya Demokratîk, li ser pêşniyarên çareserkirina kirîza Sûriyê û dîtina MSD’ê li ser rêyên çareseriyê yên pêşniyarkirî, bi amadebûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hejmarek çalakvanên serbixwe li bajarê Reqayê rûniştinek organîze kir.

Rûniştina nîqaşê ji hêla endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya “MSD’ê”, “Xelîl El-Xemîs” û rêvebira Ofîsa Jinê “Zebiya El-Nasir” ve hate birêve birin.

Di destpêka rûniştinê de “El-Xemîs” bi kurtî behsa MSD’ê kir, Meclisa Sûriya Demokratîk û pêkhateya wê, partiyên siyasî û kesayetiyên pê ve girêdayî.

El-Xemîs tekez kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide hêzên dijberiya demokratîk bike yek û eniya hundir xurt bike bi vekirina kenalên danûstendinê bi hemî hêzên dijberiya Sûrî li hundir û derveyî welat.

Û berdewam kir ku projeya MSD’ê piştgiriyê dide çareserîyek aştîyane ya sîyasî, berevajî aliyên din yên ku çareserîyê asteng dikin, wek rejîma Sûrî û dijberî, yên ku berjewendîyên piştgirên xwe temsîl dikin.

Ji aliyê xwe ve, “Zebiya El-Nasir” axivî li ser rola jinan di rêveberiya xweser de û beşdariya wan di çareserkirina kirîza Sûrî de, avakirina Sûriyek nû, demokratîk, pirzimanî, nenavedî.

“Zebiya El-Nasir” destnîşan kir ku damezrandina Rêveberiya Xweser hevdem digel zêdebûna çalakiya jinan de hat, û Rêveberiya Xweser girîngiya beşdariya jinan di geşedan û civak avakirinê de nas kir.

Beşdaran jî di wê rûniştinê de, pêşniyarên ku li gorî wan hewce ye werin şopandin kirin, da ku tişt di rêça xweya rast bimeşînin.

Banga destpêkirina destpêşxeriyên hevbeş kirin di navbera MSD’é û rêxistinên civaka sivîl de, da ku çalakiyên xwebexş pêk bînin.

Herwiha wan rexneyên xwe li mekanîzmaya birêvebirina hin sektorên li herêmê kirin, nemaze di warê perwerde, xebata şaredariyan û kar de, û pêşniyarên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser kirin da ku asta performansa xwe pêşve bibe û baştir bike.

Add comment