Meclîsa Sûriya Demokratîk

Bi beşdariya Îlham Ehmed … meşek li Helebê ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li li ser “Til Rifet”

Bi beşdariya Îlham Ehmed … meşek li Helebê ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li li ser “Til Rifet”

Bi beşdariya Seroka Meclisa Rêvebir a Meclisa Sûriya Demokratîk, “Îlham Ehmed”, îro meşeke girseyî li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê birêveçû ji bo şermezarkirina komkujiya Tirkiyê li bajarokê Til Rifet kiriye.

Bi sedan kes ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşdarî meşê bûn, û silogana “Em ê tolê ji kujerê zarokên Efrînê hilînin” hilgirt, amaje bi zarokên ku di komkujiya Til Rifet li kantona Şehbayê de şehîd bûn li gundewarê bakurê Helebê .

Di dawiya meşê de, seroka meclisa rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed, axaftinek kir û komkujiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Til Rifeta Sûriyê, şermezar kir.

Ehmed got ku dewleta Tirk dest ji komkujiyên li dijî sivîlan û binpêkirinên mezin bernade, sûdê ji bêdengiya navneteweyî werdigire.

Û amaje kir ku tawanên dewleta Tirk û rêxistina terorîst DAÎŞ di heman wextê de ne, di demekê de ku şaneyên DAÎŞ, du jin li başûrê gundewarê Heseka qetil kirin, dewleta Tirk li bajarokê Til Rifet, li bakurê Helebê, li dijî jin û zarokan komkujiyek pêk anî, her du tawan xiyanet, tirsonekî û hovîtî parve kirin.

Ji aliyekî din, “Ehmed” got ku ferzkirina dorpêça li ser koçberên Efrînê li kantona Şehbayê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê ji hêla rêjîma Sûrî ve şirîkatiya her du aliyan nîşan dide ku xizmeta berjewendîyên wan dike, dûrî berjewendîyên gela ye.

Seroka meclisa rêvebir berdewam kir, ku em li çareyên krîza li welat digerin, ji ber vê yekê divê em eniya hundir xurt bikin û miletê Sûrî ji karesata ku di encama dorpêç, qetlîam, girtin, kuştin, qirkirin û operasyonên qirkirina etnîkî de jiyan dikin derxînin.

Ehmed ji cemaweran re biryarbûna xwe ya ji nû ve vegerandina hemî axa Sûrî ya dagirkirî anî ziman, û got ku ew nahêlin Efrîn carek din bibe lîwaya Iskenderon.

Di dawiya axaftina xwe de, wê tekez kir ku awayê çêtirîn jibo rûbirûbûna dagîrkeriya Tirk û zordariya rêjîma Sûrî yekîtî û yekrêziya Sûriyan e, û parastina projeya ku Sûriyan bi dest xwe anî vîna xwe bikar anî, û ew wek “destkeftiyên ku dê Sûriyê bigihînin ewlehiyê.” wesf kir.

Roja Şemiyê, dewleta Tirk bajarokê Til Rifet li kantona Şehbayê kir armanc, û di encamê de, çar kes, di nav de du zarok û jinek, hatin kuştin, ligel birîndarbûna bêtir ji neh kesên din.

 

Add comment