Meclîsa Sûriya Demokratîk

Bi serperiştiya MSD’ê … vekirina pêşangehek hunerî “Qîrîna Sûriyê” li Şehbayê

Bi serperiştiya Meclisa Sûriya Demokratîk, û bi hemahengî bi komîna nîgarkêşiyê re, îro li Kampa El-Esir (Serdem), Pêşangehek hunerî bi dirûşma “Efrîn Bangî Me dike (Qîrîna Sûriyê)” destpêkir.

Di merasîma vekirinê de, sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, çalakiyên jinan û gelek niştecihên kampê yên ji Efrînê koçber bûne beşdar bûn.

Çalakiyên pêşangehê bi axaftina xêrhatinê ya rêvebera li nivîsgeha jinan, “Zeyneb Qenber” dest pê kir, û dûv re gotina endama meclisa serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk, “Ilham Omer”.

Di dema axaftina xwe de, “Omer” balkişand ser kûrahiya êşên Sûriyan ji encama dagirkeriya Tirk, û binpêkirinên mezin ji hêla Tirkiyê û çeteyên wê ve li Efrînê.

Omer rizgarkirina axa Sûrî, nemaze Efrîn, ji bo wan wek pêşînî destnîşan kir, û diyar kir ku çareserkirina kirîza Sûrî bi derxistina dagirkeran û rêkeftina Sûriyan bi diyaloga niştîmanî ya berfireh dest pê dike.

Ji aliyê xwe ve, hevserokê komîna nîgarkêşiyê, Ardelan Ibrahîm, diyar kir ku ev pêşangeh xwedan rengekî taybetî ye, tevî êşa penaberî û koçberiyê, me karibû / 40 / hunermendan di vê pêşangehê de kom bikin da ku rastiya herêmê, ya ku ji rewşên awarte dikişîne, nîşan bidin.

Ibrahîm destnîşan kir ku bi saya van karên hunerî, me karî em kûrahiya êşa koçberiyê û şerê ku Efrîn sê sal in tê re derbas dibe vebêjin, û got ku ew berxwedaneke bi riya hunermend e.

Di pêşangehê de, sînevîzyonek li ser dîmenên amadekirina pêşangehê, ku ji 4 mehan zêdetir e ji hêla hunermend û nîgarkêşan ve tê amadekirin, hate pêşandan.

Pêşangeh çend rojan berdewam dike, û tê de 102 tabloyên hunerî û 10 karên peykersazî hene ku êş û zehmetiyên ji Efrînê koçber bûne di kampan de nîşan dide, herwiha tawan û komkujiyên ku ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê hatine kirin diyar dike.





Follow Me