Meclîsa Sûriya Demokratîk

Di civîna duyemîn a komîteya şopandinê de, navnîşanek rêxistinî û plansaziyek xebatê ya komîteyê di qonaxa pêş de

îro, komîteya şopandinê ya ku ji “Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cezîrê û Firatê” derket, civîna xwe ya mehane ya duyem û ji bo sala 2021’an civîna xwe yekem lidardixe da ku li ser xebatên komîteyê lêkolîn û nîqaş bike.

Ligel sêzdeh endamên komîteyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, “Mezlûm Ebdî”, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk, “Emîna Omer,” û hevserokê Meclisa Rêvebir di Rêveberiya Xweser de, “Ebid Hamid El-Mihbaş” jî, wekî şêwirmendên xebata komîteyê û şopandina xebata wê beşdar bûn.

Di destpêka rûniştina îro de, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk, Emîna Omer, got ku civîna îro dê bi xwendin û nirxandina raporên komîteyên pispor yên ku ji civîna wan a yekem di dawiya Mijdarê de derketî, mijûl bibe.

Herwiha rêziknameyek ji bo komîteyê ku kar û barên wê diyar dike, û nexşeyek rê ji bo xebatên komîteyê di gava pêş de dê were pejirandin.

Komîteya şopandinê çavdêriya cîbicîkirina encamên “Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cezîrê û Firatê” dike, ya ku di 25’ê Mihdarê de, bi serperiştiya Meclisa Sûriya Demokratîk de hate li dar xistin, piştî lidarxistina sêzdeh komxebat û semînerên diyalogê li hemî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Follow Me