Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî 8’ê Adarê، Roja Jinê ya Cîhanî

Em xwe amade dikin ku 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî pîroz bikin, ku ev derfetek e ji bo pîrozkirina têkoşer û şoreşgerên bê rawestan ked dane,
ji bo bidestxistina mafên jinan û gihîştina dad û wekheviya civakê.
Em qonaxeke dîrokî jiyan dikin di tekoşîna jinan de li Sûriyê bi giştî, û bi taybetî li Bakur û Rojhiltê Sûriyê.

Tevgera gel, ku li ber derbasbûna sala xwe ya yazdehemîn e, ji aliyekî ve karesatên mezin ji bo jinan li xwe girtiye, û herwiha gelek destkeftiyên wan jî hilgirtiye.

Jina Sûrî li gorî deshilata serdest di du rewşên cuda de dijî, ji ber sitemkariyê barê xwe li ser jinan li deverên aliyên çekdar û li herêmên rêjîma Sûrî zêde kiriye ji ber ku wan êş kişandiye û dikişîne ji bo kêmkirina rola wan di civak û şoreşê de û zilm û zordarî ji aliyek ve li ser wan tê meşandin, li aliyê din, jinên Sûrî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê karîbûn gavên bi kalîte li ser riya azadiyê bi dest bixin, bi fedakariyên ku wan dan, li pey şopa çalakvanên Sûrî û navneteweyî, wekî Roza Loksemburg, Clara Zetkîn , Sakîne Cansiz, Arîn, Barîn û gelekên din.

Tevî ku jinên Sûrî di parastina hemî ewlehî û aramiya welatê xwe de roleke girîng bi dest xwe xistine û bi tevlîbûna di hemî astên têkoşînê de, çi leşkerî, îdarî, geşepêdanî an siyasî, û wan di hemî karan de roleke sereke lîstin, lê riya wan hîn dirêj e û dijwar, ji ber vê yekê bi mezinahiya mezinbûna wan a têkoşîna azadiyê, desthilatdariya zilam jî kampanyayên xwe yên dijminane yên li dijî jinan zêde dike da ku rola wê bi sînor bike, îradeya wê bişkîne, û wê li dora otorîteya xwe dorpêç bike.

Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku jin bixebitin da ku bi berdewamî asta têkoşînê bilind bikin bi rengekî ku jiyanek guncaw ji xwe û hemî jinan re misoger bike û ji ya ku hatî destgirtî ne razî be, jinan li gelek herêmên Sûriyê hîn jî di bin nîrê zilma zihniyeta zilam de ye ku her cûre zext û cûdakariya zayendî, nijadî û civakî li ser wan tê meşandin.

Meclîsa Sûriya Demokratîk, ku cîhan Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dike, bi vê bone yê li hemû jinên Sûrî pîroz dike û hêvî dike ku hemî rojên salê werin veguheztin qadên azadiyê, herwiha ew li bendê ye ku jin di her astê de pêşve biçe, nemaze aliyê siyasî, ji marjînalbûn û qutbûnê dûr, û asta têkoşînê bilind bibe.

Meclisa Sûriya Demokratîk /
6/3/2021

Add comment