Meclisa Sûriya Demokratîk çav da ser daxuyaniya ku ji hêla Koma Astana ve hate weşandin di 17ê Sibata 2021 de, ku tê de welatên garantor Îran, Tirkiyê û Rûsyayê helwestên ne li gorî rastiyê ye li bakur û rojhilatê Sûriyê û rola Rêveberiya Xweser di parastina jiyana Sûriyan de, dabînkirina ewlehî û aramiyê, û tekoşîna li dijî terorê û yekîtiya welat, ew daxuyanî nedigel daxwazên rewa yên miletê Sûrî de ye.
Meclisa Sûriya Demokratîk tiştê ku di daxuyaniya Astanayê de derbarê bakur û rojhilatê Sûriyê de hate gotin, şermezar dike, û wê yekê ji Sûriyan re neheq dibîne, û rastiyên heyî berovajî dike, bi mebesta çandina cûdakariyê, belavkirina çanda kîn û dijminatiyê di nav Sûriyan de, domandina rejîma sitemkar li ser deshilatê, û derbaskirina rojevên wê yên girêdan û dagirkirina axên Sûriya yê.
Di vê derbarê de, Meclisa Sûriya Demukratîk yekparçeya axê û berevaniya Sûriyê tekez dike, û dubarekirina rejîma sitemkar red dike, û piştgiriya xwe bi veguherîna siyasî ya ber bi sîstemek demokratîk, piralî û nenavendî ve destnîşan dike û mafên hemî pêkhateyên Sûriyê mîsoger dike û diparêze.
18’ê Sibatê 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk