Meclîsa Sûriya Demokratîk

Encamnameya du semînerên diyalogê: Li ser dagirkirina Efrînê li Heleb û Şehbayê

 

Di bin diruşmeya Efrîna berxwedêr … xweragire, Efrîn wê bimîne û dagirker diçin

Li ser vexwendina Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD di bin sernavê (Semînera li ser dagirkirina Efrînê); Du semîner li bajarên Heleb û Şehbayê hatin lidarxistin, ku tê de zêdeyî du sed kesayetî tê de bûn, yên ku rastî binpêkirinên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê hatin ji nav gelên sivîl yên Efrînê, herwiha siyasetmedar, lêkolîner, nûnerên saziyên civaka sivîl, rûspiyên eşîran û oldarên ji hemû pêkhateyên herêma Efrînê.

Beşdaran, di rojên 25-27 Çile de, sedemên dagirkirin û binpêkirinên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê di hemî warên siyasî, dîrokî, çandî, olî, civakî û mirovî de nîqaş kirin, jenosîda sîstematîkî û endezyariya guherîna demografîk û qirkirina etnîkî ya ku tê de tête kirin, ya herî dawî jî komkujiya Til Rifet bû, ya ku ji hêla dewleta dagirker a Tirk ve di 23 Çile, 2021 de, ku çar kes kuştin û neh birîndar bûn.

Ev binpêkirin encamên neyînî yên li ser Pêşeroja demdirêj a herêmê û tevahî Sûriyê dike, ji bilî lêgerîna rêyên rawestandina van operasyonan û cezakirina berpirsiyaran li gorî qanûnên navneteweyî û çawaniya çareseriya encamên van operasiyonan bi be tevlîbûna beşdaran, û lêpirsînên wan hatin nîqaşkirin.

Beşdaran rola pêşeng a Yekîneyên Parastina Gel û Jin û Hêzên Rizgariya Efrînê di berxwedana li dijî artêşa dagirker a Tirk û çereyên wê û kiryarên wan yên ku berevajî hemû rêkeftin û peymanên navneteweyî ne, bilind nirxandin.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de, dema ku em spasiya xwe ya kûr ji bo hemî beşdariyan dikin, di tevlîbûn û pirsên hêja yên ku ji aliye beşdaran ve hatine raber kirin; Em pêşnîyarên xwe pêşkêşî raya giştî ya cîhanê dikin, ku di nav wan xalên herî girîng de ne, ku ji alîyê beşdaran ve hatine lihevkirin, ku armanc ew e, dagirkerî bi dawî bibe û vegera bi ewle ji koçnerên bi darê zorê ji warên xwe hatine koçber kirin bi garantîyên navneteweyî, ji tawanbaran hesab bipirsin, wan pêşnerî dadgehê bikin û kesên ku ji van binpêkirinan bandor bûne tewîz bikin, hemî di çarçoveya qanûna navneteweyî û rêzikên têkildar yên Neteweyên Yekbûyî de, ev in pêşniyar :

Bangwazî ji bo dawî li dagirkeriya Tirk were û pêkanîna bendên Biryarnameya 2254 ya Neteweyên Yekbûyî, û piştgirî ji hemî tedbîr û gavên ku vegera dilxwaz û ewledar a niştecihên Efrînê yên bi zorê koçber bûne ber bi warên xwe ve bi garantîyên navneteweyî, û vegerandina milkê wan bi hemî rêyên rewa yên ku ji hêla qanûnên navneteweyî, peymanên mirovî û rêzikên navneteweyî ve hatine garantîkirin, garantî dikin.

Ji ber binpêkirinên ku Efrîn tê de ye bi rengê penaberkirin, koçberkirin, kuştin, armanckirina sivîlan, û bicîhkirina akinciyên tê de, ” ku bêtirî (300) hezar sivîl hatine koçber kirin, û niha rêjeya Kurdên Efrînê (ji% 23) maye ji berî dagirkirinê, rêjeya wan (% 96), û bicîhkirina nêzîkî (400) hezar koçber tê de, û revandina bêtirî (7366) sîvîlan, nîvê wan jî çarenûsa wan nediyar in.

Ji bilî kuştina zêdeyî (604) sivîlan, di nav de (489) kes di bin topbarana Tirkiyê de, (82) di bin îşkence de, û birîndarkirin (214) kesan di encama bûyerên mayîn û bûyerên bomneteqînan de.

Ev binpêkirinên ciddî berevajî hemî pîvanên navneteweyî ne, di rewşa bêdengiya medya û bêdengiyek navneteweyî de ku pêdivî heye bi hewildanên dîplomatî li ser civaka navneteweyî ku raya giştî ya cîhanê ji rastiya ku li Efrînê diqewime agahdar bike û bîne rojevê, kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere bike.

Danîna stratejiyek hevbeş ji hêla koalîsyon û civaka navneteweyî ve ji bo têkoşîna li dijî siyaset û binpêkirinên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê yên ku bi endezyariya guherîna demografî û qirkirina etnîkî ve di hemî aliyên ewlehî, rewşenbîrî, çandî, aborî, civakî û hiqûqî de têne temsîl kirin, ji ber ku berdewamiya dagirkeriya Tirk berdewamiya vejîna DAÎŞ’ê û rêxistinên tundrew e, û bi vî rengî gefa domdar li ser aştî û ewlehiya navneteweyî ye.

Ji bo pêkanîna ewlehî, aramî û veguherîna siyasî li Sûriyê, pêdivî ye ku pergalek nû ya demokratîk hebe ku çavkaniyên teror û rêxistinên tundrew vedijîne ziwa bike. Projeya Rêveberiya Xweser wekî ezmûnek bi salan jiyankirî ji bo çareseriyê modelek tête dîtin û heke li seranserê Sûriyê were sepandin, wê bine projeyek aşitiyê.

Di cîbicîkirina biryarên Konseya Ewlekariyê yên têkildarî şerê dijî terorîzmê û tundrewiyê, û ji bo gihîştina dadmendiyê, dadgehek navneteweyî divê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê were damezirandin da ku dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê, nemaze yên neteweyên biyanî, û ji bo kesên ku bandor lê kirine bodarizîne.

Ji ber ku dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê binpêkirinên li dijî zaroktî û jinan pêk anîne, di nav de revandin, kuştin, girtin, destdirêjî, zewaca kirêtí, koçberkirin û li gorî baweriya wan cil û berg ferz kirin, “70 bûyerên kuştinê û (69) dozên destavêtinê hatin belge kirin , û (213) jin birîndar bûn û (303) zarok Ji (696) bûyerên birîndar kirinê “. Ji ber vê yekê, ji bo ku jin bikaribin azadiya xwe biparêzin û bi rûmet bijîn, divê dawî li dagirkeriyê were anîn, û li herêmên dagirkirî ku ji jinan re misoger e, hewcedariyek lezgîn heye ku mafê jinan di her warî de misoher bike.

Ji ber ku gelê Kurd li Efrînê rastî jenosîdek girseyî ya çandî û fîzîkî hat, ku ev tawanek êrişkerî û tawanek dijî mirovahiyê ye li ser destê dewleta dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ji ber vê yekê em bang dikin ku li vê jenosîdê mukirhatinê bikin ji hêla Neteweyên Yekbûyî, û ji bo misogerkirina parastina mafên gelê Kurd ji hemî mezheb û baweriyan li Efrînê bi pênasekirina mafên wan û rêzgirtina li bijardeyên wan ji bo parastina vî gelê resen pêdivî ye.

Rawestena yekser ji binpêkirinén dewleta Tirk û çeteyên wê di aliyê jîngehê û samana çandiniyê de, ji birrîna qadên mezin yên darên zeytûnan û dizîn û talankirina debara milet, heya niha, ew hatiye belge kirin ku (315,100) dar hatine birîn û şewitandin (11,000) darên zeytûn û daristanên din, û şewitandina sêyeka rûberê erdan ji bo çandiniyê hatî diyarkirin, ku bi 11,600,000 hektar tê texmîn kirin, hatî şewitandin.
Ev li ser rewşa jîyanê bertekên neyînî dide, qabîliyetên mirovan û binesaziyê tine dike, û tawanbaran tîne ber dadê.

Hemî raporên ragihandinî û raporên hiqûqî binpêkirinên ku dijberî hemî peyman û pîvanên navneteweyî û mirovî ne, bi riya wêrankirin, dizî û talankirina bîrdarî, mezarên dîrokî û perestgehên olî ji hêla dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ve, di cîbicîkirina siyaseta xwe ya kolonî de li ser qirkirina çand û nasnameya xwerû ya herêmê, ku bûyerên sabotaj û wêrankirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatine belge kirin, ji bo (28) deverên arkeolojîk ji (75) girên arkeolojîk, ji bilî destdirêjiya li ser bêtir ji ( 15) mezarên olî yên ji bo ol û mezhebên cihêreng, xerakirina goristanan û yek ji wan veguheztine bazara sewalan.

Ji ber vê yekê, ew hewce dike ku hemî hewildan û karînan bikar bînin da ku ji bo rawestandina van kiryaran, lêgerîna rêçên peydakirina vegera kevnariyên talankirî û dizî, lêgerîna berpirsan ji cezakirinê re, û danîna hemî saziyên peywendîdar ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe, ku di nav wan de ya péşî UNESCO.

Avakirina komîteyek şopandinê di bin sîwan û çavdêriya Meclisa Sûriya Demokratîk de, û bi hevkariya rêxistin û saziyên xwedî taybetmendiyek navneteweyî, ku çavdêriyê dike û belge dike hemî binpêkirinên ku Efrîn pê re rû bi rû ye, revandin, kuştin, wêrankirina binesaziyê, dizî, talankirin û destdanîna ser milkê ji zevî û nekêşbar, ferzkirina qraliyetan û meşandina siyasetên Turkkirina guhertina navên gundan, deveran û hînkirina bi zimanê Tirkî, dayîna nasnemeyên hemwelatiya Tirkiyê, koçberkirina bi zorê, qedexekirina azadiyên olî, hedefgirtina dîroka herêmê bi hilweşandin û talankirina şûnwarên wê.

Encam: Em dibêjin ku dewleta Tirk dijberiya Sûrî ji riya wê ya niştîmaní dûr xis û ew bi tevahî ji holê rakir. Ji bo vejandina dijberiya niştimanî, divê diyaloga navxweyî were pêşve xistin, û berdewamiya diyaloga Kurdî eniya navxweyî ya miletê Sûrî bihêz dike, ji deverên di bin kontrola rêjîma Sûrî de dest pê bike heya deverên di bin kontrola dagirkeriya Tirk û herêmên Rêveberiya Xweser de.

Têbînî: Hemî belgeyên ku di daxuyaniyê de cih digirin, girêdayî rêxistina mafên mirovan li Efrîn – Sûriyê ne, ji destpêka 18’ê Adara 2020’an ve heya niha.

Meclisa Sûriya Demokratîk
27’ê Çile, 2021

Add comment