Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji ragihandin û raya giştî ya cîhanî re

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de, û di ronahiya şopandina bêrawestan û tekoşîna me ya domdar de ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê bi diyalog û rêyên siyasî û aştiyane, li gorî Biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî û Daxuyaniya Cinêvê ya 2012, û bidawîkirina êşa gel ku di salên krîzê derketin, deh salan derbas dike.

Bi ronahiya neguhêzbarbûna rêjîmê di zîhniyeta wê ya şovenîst, înkar, bêdengiya navneteweyî ya gumanbar de, ne pabendiya tevahî dewletên garantor û çalak di kirîza Sûriyê de, ya herî pêşîn Federasyona Rûsyayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, û Israra dewleta dagirker a Tirk li ser gefên xwe yên domdar li ser herêmê, ku bi vê yekê digere ku bi destwerdanên xwe yên rasterast carinan an bi çeteyên xwe û hêzên radîkal carên din kirîza Sûrî dirêj bike, ji bo berdewamiya ku nav lê dike, Emperatoriya Osmanî ya nû li ser bingeha “hevpeymana Millî” tête dagirtin bi dagirkirina bêtir axan û veqetandina wan ji bo berjewendiya dewleta Tirk, dijî hemî rêgez, pîvan û peymanên navneteweyî.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê her gav bi şoreşa jinan hatiye nas kirin, ku ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew heq dike، bi azadî û rûmet bijîn, û bi destkeftiyên xwe û destkeftiyên ku ji wan re bûn asteng, astengiyek bêserûber li ber xewnên kolonyalîst yên Osmanî û faktoreke sereke ye bo bidawîkirina dewleta xîlafetê ku jê re tê gotin.

Jin bûne pêşengê hedefgirtina Tirkiye û wekîlên wê, ji hêla komên radîkal ên tundrew ve têne temsîl kirin, ya herî pêşîn jî DAIŞ e. Ji ber vê yekê, para herî mezin a van sûcan û binpêkirinên ji para jinên Sûriye, komkujiya Til Rifet jî, ku dewleta dagirker ya Tirk di 23’ê Çile 2021 de pêk anî, û tê de çar kes bûn qurbanî, di nav de jinek ji koçberên Efrînê bû, Nazliya Mustafa, ligel zêdeyî neh birîndaran, û ev komkujî yek ji rêzeyek komkujiyên berê ku ji hêla dewleta dagirker û çeteyên wê ve hatine kirin, û ew ê nebe ya dawî di bin bêdengiya navneteweyî û zîhniyeta kolonyalîst a berfirehker ya Erdogan de.

Heya ku Erdogan bavê giyanî yê DAIŞ bû, ne tesaduf e ku wî tawanek kir heman rojê ku wijdana mirovahiyê hejand bi hedef girtina her du jinan, “Seeda Feysel Al-Hermis”, hevseroka meclisa bajarokê Til Şayir ya navçeya Dişîşa li başûrê gundewarê Hesekê, û cîgira wê, Hind Letîf Elxidir, ku hatin revandin û gulebarankirin li ser destê DAIŞ’ê.

Ji ber ku dewleta dagîrker bi zanîna bê guman dizane ku ziwakirina çavkaniyên terorê û çanda nefretê, hem ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk û hem jî baskê wê yê leşkerî ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokrat ve tê temsîl kirin bi hevkarên xwe re di hevpeymaniya navneteweyî de xebitîn ku şerê wê bikin; dê dawî li hebûna dewleta Tirk û destêwerdana wê di kirîza Sûrî de be, ji holê rakirina xewna Osmanî, û paşve kişandina hemî kaxezên ku gef li cîhanê kirine, nemaze pirsgirêka penaberan, ku ew veguherî hilberek li hemberî cîhanê bikar tîne.

Di dema ku em van kiryarên tawankar ên ku gelên Sûrî bi giştî û bi taybetî jin rastî wê kirin, şermizar dikin, çi ji hêla dewleta Tirk ve çi ji hêla DAIŞ ve, em di Meclisa Sûriya Demokratîk de cezakirina berpirsiyarên van tawanan dixwazin, û em bang dikin li Neteweyên Yekbûyî û hemî rêxistinên mafên mirovan û mirovatî û tevgerên rizgariya jinan û hemî gelên ku ji bo rizgariya xwe têdikoşin ji bo rawestandina destwerdana dewleta Tirk bixebitin, û binpêkirinên wê yên li dijî gelên herêmê sînordar bikin, û wan bidin pêş edaletê.

25’ê Çile 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment