Birûska sersaxiyê
Bi xemgîniyek mezin, me nûçeya koçkirina nivîskar û ramyarê sûrî yê dijber, Hesen Ebas bihîst, ku roja yekşema borî li Dubey çû ser dilovaniya xwe.
Nemir yek ji riwên elîtîst ê dijberiya demokratîk û çalakvanê herî berbiçav yê tevgera sivîl-çandî bû, ji mijarên hemwelatiyê, dadê, azadiyên bingehîn û demokrasiyê dilsoz bû.
Bi çûyîna wî re, Sûriyan wendahiyek birûmet winda kir ku rêz li hemî nasnameyên li Sûriyê digirt, û welatparêziya Sûrî kesayetek ku ji bo damezrandina prensîba hemwelatiya rastîn li welatê me xebat dikir winda kir.
Ji malbat, rêheval û hezkiriyên wî re sersaxiyên germ dixwazin
8’ê Adarê 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk