Nûnera Meclisa Sûriya Demokrat li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî, Sînem Mihemed, ji Waşinton, beşdarî semînerekê bû bi riya teknolojiya vîdyo (Zoom) ku ji hêla Enstîtuya Cinsa li ser Sûriyê ve hatî saz kirin û siyaseta rêveberiya nû ya Amerîkî.
Ji bilî nûnera MSD’ê li Waşinton, şanderê berê yê Amerîka li Sûriyê James Jeffrey û Alîkarê berê yê wezîrê parastinê Nick Mulroy jî beşdar bûn.
Semîner bi sernavê “xalnîşana jeopolîtîkî yan şerekî bê dawî, vebijarkên ji bo siyaseta DYA ya li Sûriya yê di rêveberiya Biden de.
” Nûnera Hêzên Sûriya Demokrat MSD’ê li ser rola Sûriyê di aramiya herêmê de axivî û pêwîstiya xebata ji bo avakirina Sûriyek demokratîk, pirreng û aram be bi aştiyê, ku ev yek jî bandorê li welatên cîranên Sûriyê bike, wek Tirkiye, Iraq,
Urdun herwiha welatên Kendavê.
Nûnera MSD’ê li Waşinton amaje kir ser girîngiya bilezkirina piroseya siyasî û dîtina çareseriyek berfireh ji bo kirîza li welat, ku ev yek ji bo ewlehî û aramiya herêmê wekî pirsek girîng nirxand.
Herwiha Balyoz Jeffrey senaryoyên gengaz ji bo doseya Sûrî di bin rêvebiriya Serokê hilbijartî yê Amerîkî “Joe Badin” de nirxand, tekez kir ku hewildanên Tirkiyê yên dubarekirina operasyonên leşkerî li herêmên Rêveberiya Xweser dê zirarê bide pêwendî û têkiliya heyî ya di navbera Waşinton û Enqerê de.
Jeffrey (Cêfrî )got ku şerê wan li dijî terorîzmê li Sûrîyê li gorî şerên Amerîka li Iraq û Evxanistanê kêmtir buha ye, û dîyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî “ji şerên bê dawî hez nake.
Di heman çarçoveyê de, birêz Mulroy got, mayîna hêzên Amerîkî li Sûrîyê û hevkarîya wan digel QSD’ê pir bi bandor bûn û destnîşan kir ku derketina hêzên Amerîkî ji bakur û rojhilatê Sûriyê dê bibe derfetek ji bo rêxistina terorîst DAIŞ ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û dîsa gefê li herêmê bixwe, û herwjha zirarê bide şiyana Waşintonê jibo pêkanîna hevpeymanan digel hêzên din yên hevkar.
Sînem Mihemed herwiha li ser deverên cuda yên li ser nexşeya Sûrî axivî û rola Tirkiye û aliyên pê re têkildar in di têkdana ewlehî û aramiyê de, nemaze li deverên ku ew ji bakurê Sûriyê dagir kiriye, û li ser binpêkirinên ku ew li deverên wekî Efrîn, Serêkaniyê, û Gorê spî dike, heta li deverên Bab û Idlibê.
Mihemed tekez ker li ser pêwîstiya hebûna MSD’ê û Rêvebiriya Xweser li ser maseya danûstandinan û piroseya siyasî di bin banê Neteweyên Yekbûyî, herwiha di Komîteya Destûrê de, û bidûrxistina jê, dê ne di berjewendiya çareseriya siyasî de be.
Add comment