Meclîsa Sûriya Demokratîk

Rêjîm dorpêçek xeniqandinê li ser herêmên Şehbayê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ferz dike

Hikûmeta Şamê bi zanebûn dergehên ku diçin kantona Şehbayê, taxa Şêx Meqsûd, û taxa Eşrefiyê ya Helebê girtin. Ji bo pêşîgirtina derbasbûna keresteyên bingehîn û sotemeniya pêwîst ji bo domandina jiyana rojane, ev siyaset tê di mercên aboriya ku roj bi roj xirabtir dibe, nemaze piştî bilindbûna buhayê dolar li hember lîreya Sûrî, vê yekê jî bandorek neyînî li ser giştî gelê Sûriyê kir.

Tevî êş û azara koçberiyê di konan de, lê koçberên ji Efrînê li kantona Şehbayê û xelkên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji siyasetên dijminane yên hikûmeta rêjîmê li Şamê bêpar nebûn.

Bendên kontrolê yên bi navê Firqeya Çaran a girêdayî artêşa rêjîma Sûrî rê li ber derbasbûna pêdiviyên jiyanê yên xelkên li Şehbayê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê digirin, ji nêzîkî du hefte berê, dorpêçek xeniqandî li ser herêmên Şehbayê, ji bilî destpêkirina sepandina dorpêçê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ji destpêka 19’ê Mijdarê.

Li gorî hin bazirganan, bacên ku Firqeya Çaran li ser kelûpelan ferz dike heke ji bo derbasbûnê werin pejirandin hema hema xeyalî ne. Wekî mînak, ji bo her tankerê “mazotê”, çar milyon lîreyên Sûrî jê tê stendin.
Ji nêzîkî mehekê, Firqeya Çaran hemî dergeh girtin da ku pêşî li ber derbasbûna xwarin, sotemenî, mal û pêdiviyên çandiniyê bigire, digel derman û ard.

Koçberên Efrînê duh êvarî derketin, di wîjdanên xwe de hemî bar, xem û zehmetiyên koçberiyê hilgirtin, ku ew li qiraxên bajarê xwe bûn, bi hêviya ku vegerin, û xwepêşandan kirin li ber xala kontrolê ya Firqeya Çaran a hikûmeta Sûriyê û daxwaz kirin ku bila sotemenî derbasî heremê bibe û di destê wan de galonên “mazotê” wekî amaje bi hewcedariya wan ya lezgîn bu pêdiviya rêdana materyalê ku were nav navçeyê da ku alîkariya wan bike di rûbirûbûna sermaya zivistana dijwar de, nemaze ji ber ku şevên dirêj yên zivistanê bê elektirîk dijwartir dibin û cenetora wan sekinî ji ber ku hejmarek cenetor li beşê rojhilatî taxa Şêx Meqsûd ji ber astengkirina gihîştina sotemeniya mazotê, û ev hemî zehmetiyan li rûbirûyî koçberan e digel xemxwariya wan ya mezin li ser belavbûna pandemiya Corona.

Hikûmeta Sûrî bi zanebûn dorpêçê ferz dike, û ev ne cara yekê ye ku ew dorpêçê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û herêmên Şehbayê ferz dike bi armanca zextê li ser gelên li wan deveran û têkbirina rûmeta wan û şerkirina wan bi gepa jiyan wan.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.