Çalakvanan li ser torên medyaya civakî vîdyoyek belav kirin ku tê de Ebdulah El Muhêsinî yê Siûdî ku niha wekî Miftiyê rewa yê Eniya Rizgariya El-Şam e (berê El-Nusra bû, ku li Sûriyê şaxê El-Qaîdê ye) kar dike, diaxive.
Di axaftina wî de diyar dibe ku ew bi otomobîlekê rêwîtiyê dike, û ew vedigere ji herêmên (Mertala Firatê) yên ku ji hêla Tirkiyê û komên wê yên ve hatine dagirkirin û bi arteşa bi navê Artêşa Niştîmanî ve girêdayî ne, baskê leşkerî yê koalîsyona dijberiya Sûriyê .
Di axaftina xwe de, Muhêsinî êrîşî Omer Rehmûn, endamê ofîsa lihevanînê ya rêjîma Sûriyê kir. Muhêsinî ji Rehmûn re got bêaqil, û tiştê ku yê paşîn li ser rûpela xwe weşandiyê wekî gotegot, an li gorî vegotina Sûriyan a ” gotina zengargirtî” wesf kir.
Hêjayî bibîrxistinê, Rehmûn berê piştrast kirbû, li ser binçavkirina Muhêsinî li ser xaleke kontrolê ya komên çekdar li herêmên Mertala Firatê yên dagirkirî, Muhêsinî jî bi riya vîdyoya tomarkirî bersiv wî da, dema ku ew li dora kolanên Idlibê digeriya, ya di bin kontrola Ehrar Elşam de de ee. (Berê El-Nusra bû).
Li gorî Muhêsinî, ew derbasî herêmên (Mertala Firatê) bû dema wendabû di dema çûna wî bo xwestina sersaxiyê ji Omer Huzeyfa re bixwaze, ku ew Miftiyê giştî ye ji Eniya Niştîmanî û Feyleq ElŞam re.
Di axaftina xwe de, Muhêsinî herwiha piştrast dike ku çekdarên benda kontrolê ya ku bi navê (Firqeya Hamzat) bû, bi wî re rêzgirtî bûn û silava leşkerî pêşkêşî wî kirin, û Muhêsinî berdewam kir ku hêvî dike bendên kontrolê di navbera Idlib ya di bin kontrola “Tehrîr El-Şam” û herêmên “Mertala Feratê” yên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de bêne rakirin.
Her çend Tirkiye û dijberiya pê ve girêdayî têkiliya di navbera Rizgariya Şamê (El-Nusra), ya ku di nav lîsteyên navneteweyî yên terorê de hatî rêz kirin, înkar û red dike jî, lê ji axaftina Muhêsinî diyar dike ku têgihiştin, Îdyolojiya hevpar û hemahengiya di navbera fermandarên El-Nusra û komên Mertala Firatê de dikevin bin sîwana artêşa bi navê Artêşa Niştîmanî de.
Herdû El-Nusra û baskê wê yê siyasî ku ji hêla Hikûmeta rizgariyê, Artêşa Niştîmanî û baskê wê yê siyasî ve ji hêla Hikûmeta Demkî ya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê ve tê temsîl kirin – di firehiyeke îdyoljî hevpar de tevdigerin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Eniya El-Nusra, ya ku wekî rêxistinek terorîst tê nas kirin, piraniya deverên Idlibê kontrol dike, hewl dide ku navê xwe ji navnîşanên terorîstî yên di Biryarnameya 1170 ya Konseya Ewlekariyê de hatine destnîşankirin, derxîne, di heman demê de aliyên Artêşa Niştimanî binpêkirinên herî xirab û tawanên cengê didomîne bêyî ku ti astengiyek ji saziyên navneteweyî yên têkildar hebe, rêveberiya Emerîkayê, di demên dawî de, navê Partiya Islamî ya Turkistanî ji navnîşanên rêxistinên terorîst rakiribû, bi bihaneya ku çalakiyên wê partiyê bi tevahî ji holê hatiye rakirin.
Wesîm El-Yûsif – taybet ragihandina MSD’ê
Meclisa Sûriya Demokratîk