Meclîsa Sûriya Demokratîk

Şandeya Finlendî ji MSD’ê re: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyek demokratîk e li ser bingeha piralî û rêzgirtina mafên jinan ye

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokrat, Emîna Omer, pêşwaziya birêz Yûsî Taner, şanderê komara Finlenda li Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi doseya Sûrî û cîgirê wî kir, û wan li ser hewlên çareserkirina kirîza Sûrî û pirsên mirovî gotûbêj kirin.

Di pêşwaziya şandeyê de, li kêlek hevseroka MSD’ê, her yek ji Senherîb Bersûm, hevserokê Partîya Yekîtîya Suryanî, Nesredîn brahîm, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî, û lbrahîm
El-Selac, endamê meclisa serokatiyê amade bûn.

Her du aliyan li ser qeyrana Sûrî ya ji deh-salan û hewildanên cûrbecûr ji bo çareserkirina wê, sedemên têkçûna wê û astengiyên li ber dîtina çareseriyek dawîn ku êşa miletê Sûrî bidawî dike gotûbêj kirin.

Hevserok MSD’ê, Emîna Omer, li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û derbarê ezmûna Rêvebiriya Xweser, û hewildanên domdar ji bo geşkirina vê ezmûnê bi riya beşdariya civakê û tevlîbûna hemî aliyên siyasî yên cihêreng di nerînên wan de, peyivî.

Li ser vê yekê, dîplomatê Finlendî, birêz Yûsî Taner got: “Mînaka ku ji hêla vê ezmûnê ve ji bo herêma Rojhilata Navîn ve hatî pêşandan, ku bi demokrasî, piralî, û rêzgirtina ji mafên jinan re tête temsîl kirin, nirxên pir girîng in ku divê werin pêşve xistin û gelemperî bibin.

ji aliyê xwe ve, hevseroka MSD’é li ser mekanîzmeya biryargirtinê û derxistina zagonan di Rêveberiya Xweser de, sazûmaniya rêveberiya xweser, û xebata meclîsên ku jê derdikevin axivî.
Li ser doseya têkoşîna dijî terorîzmê û doseya girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan, Birêz Taner got ku hikûmeta welatê wî dixwaze wan kesên ku beşdarî şerên li ser axa wê bûne dadgeh bike, herwiha vegera jin û zarokan û kar bê kirjn ku wan vegerînin nav civakê.

Birêz Taner hestiyariya vê doseyê bi rêzgirtina welatên Rojavayî bi giştî veneşart, banga çareseriyek bi tevahî ji bo wê kir, piştî ku Hêzên Sûriya Demokrat, “QSD’ê”, bi hezaran şehîd pêşkêş kir da ku wan têk bibin.

Birêz Taner herwiha poşmanbûna xwe nîşanda ji ber girtina dergehê sînorî yê ” Tilkoçer” digel Iraqê, ku wek rêyekê ye jibo derbasbûna arîkariya mirovî ji aliyê rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û girtina wê “neheqî ye” ji niştecihên herêmê re.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî, Senhrîb Bersûm, li ser azadiya olan li bakur û rojhilatê Sûriyê û parastina pirrengiyê di Rêveberiya Xweser de axivî û bal kişand ser hevalbendiya aliyên dijberiya tundrew digel Tirkiyê da ku bêtir ji axa Sûriyê dagîr bike û bigihîje armancên xwe li Sûriya navendî bi riya Birayên Misilman ve ku ji Tirkiyê piştgirtî ye birêve birin.

Add comment