Meclîsa Sûriya Demokratîk

Mezlûm Ebdî ji Monîtor re: Lihevkirinek heye ku biryara Kurdî dê ji hêla Kurdên Sûrî ve were stendin, û em naxwazin bibin aliyek di nakokiyên Kurdistanî de

Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat, got ku ew xwe ji şerê di navbera PDK û PKK de dûr dikin tevî bandora neyînî ya vê pevçûnê li ser diyaloga Kurdî-Kurdî li Sûriyê.

Di hevpeyvînek dirêj de bi Monîtor re, Ebdî got ku ew dixwazin bi Tirkiyê re aşitiyê bikin bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelên Sûrî û Turkî li her du aliyên sînorên hevbeş bicîh bînin, û niyetên QSD’ê û Rêveberiya Xweser di vî warî de diyar in: “Em aştî û aramiyê dixwazin.” Lê ji aliyê Tirkiyê ve rêbazekî êrîşkar heye di derbarê gel û pêkhateyên herêmê de.

Ebdî berdewam kir em amade ne ji bo diyalogê bi Tirkiyê re bê merc, heke ew amade be ku pirsgirêkan li pêşberî maseya diyalogê çareser bike û gavên cidî bavêje da ku bigihîjin çareseriyek rastîn ku berjewendiyên her kesî li ber çav bigire.

Derbarê nerînên ku têne gotin, diyaloga Kurdî-Kurdî sekinî ye, xwediyê destpêşxeriya yekkirina hêzên Kurdî li Sûriyê, Mezlûm Ebdî, got ku diyalog berdewam dike û her du aliyan heya niha li ser gelek mijaran li hev kirine, lê ew hêdî dimeşe, û got ku ji bo pêkanîna vê diyaloga ku pir girîng e, divê bêtir xebat bê kirin, ji bo parastina aştî û ewlehiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û pêşî li gef û argumanên Tirkiyê bigire, û xurtkirina riya danûstandinan û diyaloga navxweyî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê.

Ebdî got jî ku lihevkirinek heye ku biryara Kurdî li Sûrîyê ji aliyê Kurdên Sûrîyê ve were stendin û bihêzkirina nasnameya kurdên Sûriyê di çarçoveya Sûriyek yekbûyî de, bi ax û gelê xwe.

Derbarê rêveberiya nû ya Amerîkî û serokê hilbijartî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Ebdî geşbîniya xwe diyar kir, û got ku ev rêveberî ji wan re ne nû ye, ji ber ku wan berê di destpêka şerê xwe de, pirên tîmê nû li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê kar kiribûn û ew ji alozî û dijwarîyên rûbirûyê kirîza Sûriyê haydar inn .

“Gef û tehdîda DAIŞ hîn jî heye, wargehên wan di bin kontrola rejîmê de hene û kampên wan li çolistan û Îraqê jî hene. Ti pirsgirêkên wan yên darayî tune ne û dikarin şervanan bikişînin an perwerde bikin.” Ji ber vê yekê, “Ebdî” ji rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî û koalîsyona navneteweyî lidijî DAIŞ daxwaza berdewamkirina hemleya dijî-terorê kir û şandina bêtir ji leşkeran ji bo pêkanîna vê wezîfeyê û gihîştina çareseriyek siyasî li welêt.

Derbarê pêvajoya danûstendina bi rêjîmê re û diyaloga digel wê re, Ebdî got ku rêjîm di vê rêyê de ti cidiyetê nîşan nade û ne amade ye jibo çareseriyek demokratîk û guherînek rastîn di demekê de ku me hêvî dikir ku Mosko bêtir zextê li ser rêjîmê bike da ku diyalogê qebûl bike û veguherînek demokratîk a rast pêk bîne.

Herwiha got jî ku Rêjîma Sûriyê û Îran bi hemahengî li navçên bakur û rojhilatê Sûriyê kar dikin da ku aramiyê têk bidin û eşîran li dijî Rêvebiriya Xweser bikar bînin, lê têkiliyên me yên cidî bi êl û eşîrên herêmê re hene û em dixwazin wan têkiliyan baştir bikin.

Add comment