Bi armanca ronîkirina rola jinan bêtir û nîşandayîna pêzanîn û rêzgirtina ji hewldanên wan re yên di astên cûrbecûr de, Nivîsgeha Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk, îro Çarşemê, li bajarê Reqayê, bi hevahengî bi wêjevan Fewziya El-Mirî re, li gorî çend xalan semînerek bi navê “Jin bi demê re” li dar xist.
Gelek kesayetî ji meclis û nivîsgehên jinan beşdarî semînerê bûn, ligel kesayetiyên rewşenbîr û karmend di sektora siyasî de kar dikin, û kesayetiyên ji saziyên rêveberiyê yên li bajarê Reqayê (Meclisa Reqayê ya Sivîl – Rêvebiriya Jinan li Reqayê- Partiya Sûriya Pêşerojê – Navenda Çandê- Yekîneyên Parastina Jin).
Wêjevan “Fewziya El-Mirî” di dema semînerê de behsa rola çalak a jinan di karûbarên jiyanê de û çihê wê yê berbiçav ya ku wan girtiye, çi di asta civakî, aborî, siyasî an olî de, ku girîngî, form û statûya wan di demên cihêreng de hatiye guhertin. Di qonaxên destpêkê yên dîrokê de, cihê jinan di rêza xwedawendan de bû û forma hebûna wan sembolek ji sembolên qencî û hilberînê bû. Ji ber vê yekê di navbera jin û exlaqê de têkiliyek nêz hebû.
“Fewziya El-Mirî” di berdewamiya axaftina xwe de got ku jin nîvê civakê ye diruşmeyeke ku hinekan wekî bîrdozî, çek û mal hilgirtiye, û jin mîna dayik û fermandar e, û ew e ku li kêleka mêr bû û li ber hemû dijwarî û zehmetiyên jiyanê sekinî.
Fewziya El-Mirî” destnîşan kir ku jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê di hemî waran de gavên mezin avêtine û bi mêr re li ser bingehek wekhev in, di avakirinê de jê ne kêmtir e di jêhatîbûnê û zîrekiyê de, û ew hîn jî li ser riya têkoşînê dimeşe heya ku bigihîje azadiya tam û bi tevahî cihê xwe di cihên biryargirtinê de digire.
Ji aliyê xwe ve, beşdaran di semînerê de, dîtinên xwe li ser rola jinan anîn ziman, û tekez kir ku jin pir bandor li civakê dike, û ew rêgeza bingehîn a pêşketina civakê ye, ji ber ku ew hîndekara nifşan e û di gelek waran de jêhatî bû û herwiha bi mêr re ket pêşbirkiyê de ku wê îspat kir jin nikare lawaz be an kêmbûna hişmendiyê be.
Ew gihîşt serokatiyê û zanebûna xwe îsbat kir.
Add comment