Duh, Şemiyê, hêzên Rûsî yên li bakur û rojhilatê Sûriyê hatine bicîh kirin nameyek radestî meclisa herêmî li bajarokê Til Temir (gundewarê Hesekê) kirin, di bersiva nameya ku ji hêla saziyên sivîl li bajarokê Til Temir û kesayetiyên civakî di 13’ê Cotmehê de hatibû şandin, û tê de xwestin tevger bê kirin jibo pêşîgirtina dewleta Tirk û çeteyên wê ji armancgirtina bajarok û gefkirina aştî û ewlehiya li wî bajarokî.
Di nameyê de, ku bû sedema gengeşeyên berfireh, û ji hêla hêzên Rûsî ve hate şandin bo meclisa herêmî li “Til Temir” hat diyar kirin ku: “Hêzên Çekdar yên Federasyona Rusya gerantorê aşitiya li herêma we ne û siyaseta aramiyê didomînin, pêşî li binpêkirinên mafên mirovan yên li herêmên dagirkirî digirin û êrîşkariya hêzên çekdar yên Tirk radiwestînin.”
Berdewam kir ku “fermandariya wan berdewam şandina belgeyên protestoyî yên derbarê rewşên binpêkirinê, û rawestandina şer û hemî dozên neqanûnî li dijî “gelê Kurd” ji hêla komên girêdayî Tirkiyê, û Hêzên Çekdar yên Tirk ve.
Di peyama “Fermandariya Koma Rojhelat” di nav hêzên çekdar yên Rûsî de diyar bû ku şandeya Rûsî li Encûmena Ewlekariyê behsa rizgariya herêmên Sûriyê yên dagir kirî dikin, ku tê de Kurd piraniya nişteciyên wê ne.
Herwiha nûnerên Federasyona Rûsî li Sûriyê piştgiriyê didin yekîtiya welêt û wekheviya gelên li Sûriyê dijîn, û ew dixebitin ku nakokiyên etnîkî li herêmê tune bikin, wekî ew dibêjin.
Herwiha di nameyê de behsa wê yekê jî hatiye kirin, xwesteka hêzên rûsî ye ku di dema dewriyeyên xwe de, baştir werin pêşwazî kirin, wekî ku di peyamê de hat:
Em bibîra we tînin ku asta niyeta baş a şêniyên Kurd kêm bû ye li hember leşkerên Federasyona Rûsyayê, yên ku gava misyonên aşitiyê dimeşînin, ew bi nerazîbûna niştecihên herêmê re rû bi rû dimînin ku yekîneyên me li ser erdên xwe bibînin, ev yek nabe alîkar ji bo xurtkirina têkiliyên dostane yên heyî.
Lê “dewriyeyên Emerîkî” ji hêla nişteciyên herêmê ve bi rengekí cûda têne pêşwazîkirin, ew pêşwazî dibin û bi rengekî mezintir û nêzîktir dixebitin, ku ew tenê hewceyê “nefta we” ne, li gorî peyama hêzên Rûsî.
Name bi daxwaziya hêzên Rûsî li bakur û rojhilatê Sûriyê ku hevkariyek zêdetir bistînin bi dawî bû: “Em hêvî dikin ku hevkariyek bêtir berhemdar bi armanca rizgarkirina axên dagirkirî û sazkirina aştî, qanûn û sîstemê li seranserî dewleta Sûriyê.”
Tiştê balkêş ku di nameyê de, ew bi ti îmze an muhrekî fermî ku amaje bike bi aliyê ku name şandiye tuneye, wekî her name û protokolên ku ji hêla her sazî an desteyek fermî ve tê kirin, tenê nav bibîrxistiye (serokatiya koma “Rojhilata” ya Hêzên Çekdar yên Rûsî li Sûriyê), herwiha Navenda Lihevanîna Rûsî li bingeha Himêmîm, tekezî nekiriye di derbarê naveroka vê nameyê de.
Add comment