Meclîsa Sûriya Demokratîk

Di komxebata dehemîn de, koçber girîngiya diyaloga digel hikumeta Sûriyê de kêm dibînin û banga diyalogeke Sûrî berfireh dikin

Îro, li bajarê Tebqayê, dehemîn komxebata diyalogê di çarçoveya çalakiyên rêze semînerên Meclisa Sûriya Demokratîk yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi sernavê “Ber bi Konferansekî Niştîmanî ji bo xelkên Cizîrê û Firatê” hat li dar xistin.

Di semînera îro de, ya ku hate terxankirin ji bo gelên parêzgehên Sûrî yên ku bi zorê ji herêmên xwe hatine koçber kirin û koçber bûne bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, tê de kesayetiyên siyasî, civakî, rewşenbîr, şêx û rûspiyên eşîrên Ereban tê de beşdar bûn.

Di beşa yekem a komxebatê de, “Elî Rehmûn”, endamê meclisa serokatiya MSD’ê, li ser rêça diyaloga Sûrî-Sûrî û hewildanên Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo yekkirina nerînên hêzên demokratîk li welat, da ku bigihîje çareseriyek berfireh û dawîn ji kirîza Sûriyê re, axivî.

Çi sûda diyalogê heye bi sitemkaran re?

Piraniya kesên koçber li deverên Rêveberiya Xweser û beşdarên semînera îro li hev kirin li ser binavkirina aliyê deshilata Sûriyê (hukûmeta Sûrî) wekî ” sitemkar ” yê ku diyalogê wekî fersendekê dibîne ku carek din xwe bihêz bike û Sûriyan bi hesin û agir bindest bike û azadî û mafan înkar bike.

Hinekên din jî “rêjîm” wekî dijminê ku tolê ji sûriyan hilîne, didîtin, ji ber ku ew her Sûrîyeyî ku doza dewleta hemwelatîbûn û demokrasî dike dijminê xwe dibîne. Ji ber vê yekê, wekî ku wan digot, bi ” sitemkar” ê ku Sûrî koçberkirin û kuştin û bela li ser welêt anî, û destûr da mîlîsên “derveyî-sînor” ku destwerdanê bikin da ku Sûriyan bikujin û destdirêjî bikin, tu diyalog tune.

Aliyekî din bawer dike ku heke ew digel “rêjîmê” re diyalogê bide destpêkirin jî, ew biryara wê tune ye û nikare tiştekî ji bo başiya welêt pêşkêş bike, li gorî vî aliyê koçberan, biryara rastîn di destê Rûsiya û Îranê de ye, ku li deverên di bin kontrola hikûmeta Sûrî de serwerê defakto têne hesibandin, û ew berpirsiyariya vê rewşa wêranî, kuştin û koçberkirinê digire ser xwe.

Derfetên diyalogê û yekirina eniyê

Tevî nerînên ciyawaz yên beşdaran di derbarê diyaloga bi aliyên Sûrî yên “dijber” re, wan li ser girîngiya diyalogê ji bo çareserkirina kirîza Sûrî, derxistina welat ji rewşa belavbûn û perçebûnê, û xebata li gorî berjewendiya welat û gelên wê.

Beşdaran cudahî xist di navbêna aloyên opozisiyonê de, ku bi wan re gengaz e diyalog hebe. Li gorî wan, ne mumkune ku bi kesên ji hêla tevger û rêxistinên tundrew ve têne ajotin û tevgera cîhadê ya cîhanî wekî El Qaîde û şopdarên wê re diyalog bikin, ji bo vana di çanda miletê Sûrî de ku baweriya wan bi piralîbûn û pejirandina kesên din re tune ye.

Li aliyekî don, beşdaran bang li hemî aliyên Sûrî kirin, di nav wan de Sûriyên li hêla din, ku radiwestin û di bi fermanên Tirkiyê dikin, ku bersîva banga diyalogê bidin û berjewendîyên welat û gelên wê bigirin di ser yên din re, û eniyek yekgirtî li dijî sitemkar û alîgirên wan bikin yek ta bigihîjin Sûriya piralî, demokratîk ku kesekî bidûrnexe û cûdahiyê naxe navbera pêkhatên wê de.

Hinekên din jî bawer dikin ku aliyên Sûrî yên bûne sedem û bûne aliyek ji koçberiya Sûriyan ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê spî û deverên mayî yên ji hêla Tirkiyê ve bêne dûr xistin, ji ber ku, li gorî beşdaran, ew bûn destek ji ejindeyên dûrî daxwazên gelê Sûriyê û armancên şoreşa wan ku deh sal berê dest pê kirî pêk tîne.

Yên din jî geşbîn bûn di derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî de, ku serkeftina wê rê vedike û hêviyê nû dike jibo egera gihîştina Sûriyan û avakirina lihevhatinê û civîn li dor xalên hevbeş yên ku hemî Sûriyan dike yek.

Rêveberiya xweser “tîrêja hêviyê ye” divê sûdwergirtin hebe ji ezmûnê

Hin Sûriyên ji herêmên Hims – Hema – Idlib – Heleb – Şam – Tedmur – Dêrezorê … û hwd / bawer dikin ku divê ezmûna Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê were parastin û pêşve birin ji ber ku, bi gotinên wan, ji bo Sûriyan “tîrêjek hêviyê ye” di xelasbûna de ji sitemkariyê û pergala navendî ku ew ji xêra welêt mehrûm hiştin û parêzgehên wê li ser bingehên nîjadperestî sinifand, û pêşî li piralîbûn û demokrasiyê girt.

Beşdaran xemgîniya xwe li ser tişta ku li deverên wan yên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de yan aliyên cûrbecûr yên dijber de anîn ziman,
Rêveberiya Xweser, digel şert û mercên dagirkirinê yên ku ew ji hêla Tirkiyê ve rûbirû bû û gefa wê ya domdar, lê dîsa jî pêşwaziya nifûsa giştî ya Sûriyan kir û wan ji hev cihê nekir.

Li aliyê din, hin beşdaran rexne û dîtinên di derheqê saziyên Rêveberiya Xweser û performansa wan de pêşkêş kirin, di heman demê de pesn dan qada ku ji wan re bû tê de dîtin û rexneyên xwe bi wêrekî û zelal eşkere bikin.

Hêjayî gotinê ye ku deverên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, ji wan deverên sûriyê yên herî zêde, penaber û koçberên darê zorê pêşwazî lê kirine, herwiha li gorî amarên Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de, bêtirî / 800 / hezar Sûrî ji parêzgeh û herêmên Sûriyê yên cûrbecûr li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn, bêyî ku cûdahî di navbera wan û gelên herêmê de were kirin, ji xeynî tedbîrên demkî yên bi qonaxa heyî ve têkildar in.

Add comment