Îro şandek ji Wezareta Derve ya Siwêdê, ku serdana herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike, bi Meclisa Sûriya Demokrat re civiya, ji bo gotûbêjkirina hewlên çareseriya siyasî û bidawîkirina kirîza Sûriyê.
Şanda Wezareta Derve ya Siwêdê ji serokê şanderê taybet yê dosyaya Sûrî li Wezareta Derve ya Siwêdê, Piyêr Orniyos, û berpirsê dosyaya mirovî û alîkariyan li Wezareta Derve, Tomas Markos, ligel şêwirmenda Enstîtuya Aştiyê ya Ewropî, “Evîn Çetîn” pêk dihat.
Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk jî, ji hevseroka MSD’ê Emîna Omer, seroka Meclisa Rêvebir ya MSD’ê, Ilham Ehmed, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî, Cîhad Omer, û endamê Nivîsgeha Têkiliyan, Elî Rehmûn pêk hat.
Her du aliyan li ser awayên çareserkirina kirîza Sûriyê û hewildanên pêkanîna lihevkirinek siyasî li welêt gotûbêj kirin, şandeya Wezareta Derve ya Swêdê banga pêwîstiya gihîştina çareseriyek siyasî li welêt kir, bi beşdariya hemî aliyên Sûrî bêyî ku kesekî dûrbixe.
Şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê tekez kir ku pêwîst e Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî de beşdar bibin, û li gorî Wezareta Derve ya Siwêdê, girîng e ku nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyê jî hebin, ji ber ku model û projeya ku tê de hatî saz kirin pêşketî ye û nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike.
Her du aliyan herwiha dosyeya mirovî û hatina alîkariya mirovî nîqaş kirin, tê de şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk behsa bandora girtina dergehê “Til Koçer” kir li ser xebatên mirovî û alîkariya koçber û penaberan, bi taybetî di dema belavbûna nexweşiya Corona de.
Meclîsa Sûriya Demokratîk herwiha rewşa deverên ku di bin dagîrkeriya Tirkiye û çeteyên wê de li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê spî û binpêkirinên ku rojane û sîstematîk têne kirin, gihandin wan.
Ji aliyek din ve, şandeya wezareta derve ya Siwêdî berdewamiya piştgiriya xwe tekez kir ji bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriya yê, hem ji aliyê mirovî ve û hem jî jibo gihandina arîkariya mirovî, û hem jî piştgiriya diyalogên ku li herêmên Rêveberiya Xweser pêk tên ji bo çareserkirina kirîza Sûriya û avakirina lihevkirinên niştimanî.
Di dawiya hevdîtinê de, Meclisa Sûriya Demokratîk spasiya xwe anî ziman ji bo helwestên Siwêd û Wezîra Derve xanim “Ane Lindî” ku dagirkeriya Tirk red dike û piştgiriya wan ji bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê re, diyar kir.
Add comment