Di çarçova çalakiyên beşa yekem de di kpmxebata heştemîn a diyalogê de ya ku ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê ve hate li dar xistin, “Ilham Ehmed”, seroka meclisa rêvebir ya MSD’ê, got ku Rêveberiya Xweser rewşeke niştîmanî ye û ti rastiyek ji tiştê ku tê belavkirin li ser îhtîmala pêkhatina herêmek cûda ya Kurdî mîna ya herêma Kurdistana Iraqê tune ye.
Ehmed diyar kir ku ew tirsên birayên me yên li welat, û heta hevparên me yên di rêça niştîmanî ya ku MSD’ê pêşengiya wê dike, li ser damezrandina herêmek cûda ji ber wê yekê te, nebûna lihevhatinê di navbera Sûriyan de û girêdana hin ji wan bi ecindeyên Tirkiyê ve ku vê yekê bi tevahî pêş dixin da ku raya giştî ya Sûrî sorbikin û li hicet û behaneyan bigerin da ku bêtir ji axa Sûriyê dagir bikin.
Ne lihevkirina navneteweyî û navxweyî serweriya rewşê ta niha
“Ehmed” di dema axaftina xwe de di destpêka komxebata heştemîn de li bajarê Qamişlo, li rojhilatê welêt, got rewşa ku Sûriyê gihîştiyê, ji ber nebûna lihevhatina Sûriyan bû û pirbûna platformên dijberiyê, û destêwerdana welatên herêmê, di serî de dewleta Tirk, ku projeyên êrişker û berfereh li seranserê herêmê pêk tîne.
Sedema din ku “Ehmed” behs kir ku sedemek bû ji bo dirêjkirina dema krîza Sûriyê, ew cûdahiya welatên têkildar di dosyeya Sûriyê de ye, û dilxwaziya her aliyekî ji bo cîbicîkirina nerîna xwe û bicîkirina berjewendiyên xwe dijî berjewendiyên welatên din yên ku di serketina şer de pê re pêşbaz dibin û nêrîna xwe ya mekanîzme û dema çareseriyê ferz dikin.
“Ehmed” lê zêde kir ku civînên navneteweyî yên ku hatine veguheztin û bûne qonaxên zirarmend li Sûrîyan bi rijandina xwînê, wêrankirin, êşa penaberiyê û koçberkirina bi darê zorê, civîna Cinêvê yan rêça navneteweyî yên girêdayî lihevkirina aliyên navdewletî ne dûrî lihevkirina aliyên sûriyê yên têkildar, ji bilî vebijêrka hilbijartina nûnerên gelê Sûriyê û pêkhateyên wê yên civakî û siyasî.
Di derheqê rêka Astana de, û di dirêjahiya rêze civînên wê de, ew ji Sûriyan re bi êştir bû, û karesatên ku dê bandorên wan dirêj-mayînde bimîne kir.
Di dawiyê de, rewşa “lihevnekirinê” li ser asta herêmî û navneteweyî û nebûna nexşeyek rê ya zelal ji bo çareseriyek berfireh û dawîn, bû sedema pirbûna platforman û dirêjkirina kirîza Sûriyê û bi vî rengî domandina xwînrijandina Sûrî.
Pêgirtina bi zihniyeta bidûrker, diyaloga bi hikûmetê re bê encam kir
Seroka meclisa rêvebir ya MSD’ê balkişand ser hewildanên Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser di qonaxa pêşîn ji diyaloga bi hukûmeta Sûriyê re, bi baweriya bi girîngî û neçareseriya diyalogê ji bo bidawîkirina qeyran û pirsgirêkên niştîmanî, diyar kir, lê wek “Ehmed” got, civînên ku di navbera wan û hukûmeta sûriyê de çêbûn ne gihiştin asta “diyalogê”, lê belê, ew civîn rastiya serhişkiya hukûmetê hat û pejirandina wê heman zihniyeta ku bû sedema şoreşa gelê Sûriyê berî deh salan şer kirin.
Wê berdewam kir û got ku şandên Birêvebiriya Xweser û MSD’ê ji bo destpêkirina diyalogê bi hukûmeta Sûriyê re li gorî ecindeyên niştîmanî bûn ji aliyê me ve, û ji hêla hukûmetê ve hatin red kirin û bi hoşmendiya xwe ya berê di mijarên niştîmanî yên bingehîn de domand. Digel vê yekê, me nermbûna hewce nîşan da, lê sitemkarî û redkirina yê din taybetmendiya herî berbiçav a nêzîkatiya astengkirina hikûmetê ya diyaloga bi Rêveberiya Xweser û MSD’ê re .
tevî vê yekê, me îhtîmala diyalogê digel hukûmeta Sûriyê betal nekiriye, û” derî hîn jî vekirî ye “ji bo diyalogê li gorî rojevên neteweyî û dûr ji nêzîkatî û danasînên” nijadperestî ” ji aliyekî Sûrî re (Rêveberiya Xweser û QSD’ê)ku 11 hezar şehîd dan di ber axa sûriyê de û parastina serweriya wê Ji teror û dagirkeriyê.
“Ehmed ” dîsa jî tekez kir li ser girîngiya diyalogê ji bo çareserkirina alozî û pirsgirêkan û ev rêka MSD’ê ye wekî rêbazekî niştîmanî ji bo çareserkirina aloziyan ku riya tekane ye ji bo çateserkirina alaziaya Sûriyê ya tevlihev, di derbarê diyaloga bi Opozisiyonê re, seroka meclisa rêvebir ya MSD’ê tekez kir li ser pêwîstiya lihevkirina sûriyan bi hemî çarçoveyên xwe yên cuda li ser nerînên ji hev nêzîk ku bibe destpêk ji bo çareseriyek berfireh jo aloziya welêt re.
Li ser hewlên MSD’ê ji bo yekkirina dijberiya demokratîk, “Ehmed” got ku hevdîtinên ku di salên 2018 û 2019 de ji hêla MSD’ê ve hatine çêkirin, û piştre atolyeyên diyalogê li paytext û bajarên Ewropa bi dijberiya demokratîk, û têgihiştinên ku bi platformên dijber re çêbûn, ji bilî van semînaran, ji bo avakirina lihevkirina niştîmanî û çêkirina zemînek baş bo Hêzên Sûrî yên Demokratîk.
Ehmed destnîşan kir ku hêzên bûne alîkar ji bo rijandina xwîna Sûriyan û piştgiriya dagirkerê Tirk bi dagirkirina axên wî welatî û koçberkirina gelên wê ve girêdayî Tirkiye, rojev û siyaseta wê ya êrîşkar a li hember gelên herêmê, ji wan re dijwar e ku serî li diyaloga niştîmanî û bernameyek netewî ya zelal bide, ji ber ku wan biryara xwe winda kir û bûn amûrek tenê di destê dagirkerê Tirk de.
Derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî û girîngiya wê di pêvajoya diyaloga niştîmanî de, “Ehmed” got ku gavên bi vê diyalogê têne avêtin ji bo berjewendiya diyaloga Sûrî bi tevahî pir girîng in. Ew diyaloga Kurdî-Kurdî ji rewşa niştîmanî re xizmetê dike û hişmendiya ramyarî li herêmekê ku berê her dem hatiye paşguh kirin ji aliyê rayedarên Sûrî yên sitemkar û li derveyî jiyana siyasî ya li welêt man e bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb yan jî pêkhateyên mayî yên li herêmê bûn zêde dike.
Di dawiya axaftina xwe de, “Ehmed” ji beşdaran xwest ku pêşnîyar û daxwazên xwe pêşkêş bikin li ser tiştê ku heya niha pêk hatiye, hem di aliyê siyasî de û hem jî têkildarî diyalog û têgihiştinên ku çêbûne û têkiliyên MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo parastina destkeftiyên gelê Sûriyê û pêk anîna şoreşa wan, an jî di asta îdarî de têkilî davêjin hev û performansa saziyên rêveberiyê rexne dikin Ji bo pêşvebirina wê, berfirehkirina çerxa beşdarbûnê û pêşniyaran, ew ê di dawiya çardeh semînaran de ji Konferansa Niştîmanî ya xelkên Cezîrê û Firatê re were pêşkêş kirin.
Add comment