Emîna Omer, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk, tekez kir li ser pêwîstiya siza kirina berpirsyarên tawana tirsnak li dijî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, şehîd Hevrîn Xelef, ev yek di dema axaftina xwe de tekez kir di çalakiya bîranînê de ya ku ji hêla Partiya Sûriya Pêşerojê ve hate organîzekirin li bajarê Dêrikê, li rojhilatê Sûriyê.
Roja Duşemê, Meclisa Sûriya Demokratîk beşdarî çalakiya bibîranînê bû ku ji hêla Partiya Sûriya Pêşerojê ve hate nirêveborin bi dirûşma: “Em dagirkeriyê têk dibin … tekoşîn ji bo aştiyê”, li goristana şehîdan li herêma Dêrek, ji bo vejandina bîranîna yekemîn salvegera şehadeta Sekretera Giştî yê Partiya Sûriya Pêşeroj, Hevrîn Xelef û endamê partiyê Ferhad Remedan.
Di Çalakiyê de gelek axaftinên bi navê malbatên şehîdan, sazî û meclîsên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jin û sivîl yên li bakur û rojhilatê Sûriyê hatin kirin, piraniya wan behsa rola pêşeng a siyasetmedar Hevrîn di yekkirina prensîba aşitiyê de, û hewcehiya qebûlkirina wê wekî bingehek ji bo derxistina Sûriye û gelên wê ji aloziya ku bi salan e tê jiyîn.
Gotinan herwiha destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, bi hedefgirtina siyasetmedar Hevrîn, dixwestin derbeyê li projeya biratiya gelan û pêkvejiyanê bixin, lê ew “nekarîn û ne jî dê bikaribin xwe bigohînin vîna jina azad ya ku ji mirinê rûmet derxistiye,
Lê belê, Havrîn, bi têkoşîna xwe ya aştiya ne, îkonek e ku dê ji hêla hemî pêkhateyên civaka sûroyê ve were hesibandin, û ew çavkaniyek hêz û vînê ye, ji hemî jinên Sûrî re ji bo ku li dijî neheqiyê têkoşînê bimeşînin û ber bi pêkanîna demokrasî û jiyanek azad û dadmend li Sûriyê ve biçin, wekî beşdaran gotinên xwe anîn ziman.
Li aliyekî din, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk, Emîna Omer, bang li hemî civaka Sûrî kir ku destên xwe bidin hev li hember pilanên navneteweyî yên ku armanc dikin aloziya Sûriyê tevlihev bikin ú wêrankirinê û êşan zêdetir bigihînin gelê wê, û bal kişand ser girîngiya yekkirina xebatan ji bo rûbirûbûna zehmetiyan û zîhniyeta zordestiyê, û li şûna wê prensîba demokrasiyê, wekheviya di navbera pêkhateyên civakê de, wekî Hevrîn Xelef dixwest di dema xebata xwe de pêk bîne.
Li ser vê yekê, “Omer” daxwaz ji civaka navneteweyî û hemî aliyên têkildar bi siza kirina kujerên “Avakera Aştiyê” şer kir,
Wê got, “Her çendî salek di ser tawana hovane ya dijî siyasetmedar Hevrîn Xelef re derbas bû jî, ev tawankar hêjî li deverên me digerin bêyî ku dad bigihîje wan û hîn jî cezayê xwe wernegirtine, ji ber vê yekê ji rêxistinên mafên mirovan tê xwestin ku berpirsiyarên kuştina Havrîn ceza bikin, nexwe ew ê bibin hevkarên sûc
. ” Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Îbrahîm Qeftan, di dema axaftina partiyê xwe de li ser sedema berdewamiya partiyên Opozisiyona Sûrî û hikûmeta Sûrî pirs kir ku bi aliyên derve re ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, û gazî wan kir ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî wekî riya tekane ji derketina vê aloziya heyî, li aliyekî din Qeftan pesn da encamên erênî yên qonaxa pêşketî ji diyaloga Kurdî-Kurdî û amaje bi erêniya rêkeftinê kir di mijara Sûriyê bi giştî de.
Di dawiya çalakiyê de, perçeyên ji jiyana endezyar şehîd Hevrîn û bandora wan li ser jiyana siyasî û civakî di dema xebata wê de hatin pêşkêş kirin. Dayika şehîd Hevrîn xelata ” Hevrîn ji bo Aştiyê” pêşkêşî Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûçegihanê Kenala Al-Arabiya, Cumaa Ekaş kir, wekî rêzgirtina hewldan û xebatên wan ji bo ronîkirina doza Hevrîn di raya giştî ya cîhanê de ji bo bilindkirina dengê aştiya Hevrîn ji bo aştiyê, piştî wê li goristana Dêrikê ji bo bîranîna wan li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.