Meclîsa Sûriya Demokratîk

Piştî pêşniyareke MSD’ê; Rêveberiya Xweser koma yekem ji kampa Holê derdixe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro dest bi derxistina koma yekem a jin û zarokên Sûrî ji kampa Holê kir, ku destê wan di şer û tawanên dijî Sûriyan de nehatiye isbat kirin, piştî pêşnûmeyekê ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk ve hate şandin.

Îlham Ehmed, seroka meclisa rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokrat, roja sisyê vê meha Cotmehê di dema komxebateke diyalogê de li bajarê Reqayê got, MSD’ê pêşniyarek pêşkêşî Rêvebiriya Xweser kir ku kar bike li ser derxistina jin û zarokên Sûrî ji kampa Holê piştî çareserkirina rewşa wan û dabînkirina vegera ewledar û saxlem bo malên wan.

Di vê derbarê de, “Şêxmûs Ehmed”, serokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de, got ku ew li pey doseya Sûriyên koçber bûne di nav kampa Holê de û ew dixebitin ku hemî Sûriyan ji kampê derxînin piştî ku bi baldarî doseyên wan lêkolîn kirine, û got ku ew hêvî dikin ku vê doseyê bi domdarî çareser bikin û her kesî derxînin, lê li gorî “” Şêxmûs Ehmed “ji bo vê yekê pêwîstî heye bi hevkariya saziyên navneteweyî û aktorên navneteweyî hewce dike da ku wan ji nûve di civakê de vehewîne.

Di vê çarçoveyê de, “Emced Osman”, berdevkê fermî yê MSD’é, di dema hevpeyvînekê de digel kenala Al-Hadath TV de got: Kêşeya ku kampa Holê derdixe, ne tenê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye, lê di heman demê de kêşeyek rasteqîn e ji bo tevahiya herêmê, û divê ev yek bi hevkariya aliyên navneteweyî û hevpeymaniya navdewletî ji bo şer û têkbirina DAIŞ, were çareser kirin .

Di koma îro de 73 malbat (289 kes) derketin, piraniya wan ji deverên Şeifa û Baxozê ne yên gundewarê Dêrezorê, rêveberiya kampê jî berbirsiyar e bo wan radestî mezinên eşîrên li wan deveran bikin.

Li ser redkirina hin malbatan ji derketina kampê, berpirsê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de got ku ew pabendî pîvanên navneteweyî ne li gorî peymanên navneteweyî li ser koçber û penaberan, û ew ê ti kesekî neçar nekin ku bi zorê derkeve, lê tenê yên ku dixwazin derkevin.

Kampa Holê, ku li rojhilatê Hesekê ye, nêzîkê / 65 / hezar Sûrîyên koçber, penaberên iraqî, û hin malbatên endamên DAIŞ’ê tê de hene, piştî rizgarkirina Baxoz, keleha dawî ya rêxistinê ji hêla erdnigarî ve.

Follow Me