Meclîsa Sûriya Demokratîk

Fermandariya Giştî ya QSD’ê, linser parastina milkên çandî tekez dike

Hêzên Sûriya Demoqratîk soz da, bi riya fermanên leşkerî ji Fermandariya Giştî, ku milkê çandî di dema şerê çekdarî de were rêzgirtin û li deverên di bin ewlehî û kontrola leşkerî ya hêzên wan de, dest negihê wan.

Hêzên Sûriya Demokratik sozdariya xwe ji bo valakirina şûnwarên arkeolojîk û her tiştê têkildarî mîrata çandî ji hebûna leşkerî, heke hebe, û negihîştina zirarê bi mîrata çandî bi zanebûn.

Herwiha QSD’ê dê ji karanîna milkê çandî û derûdora wê ya nêzîk ji bo armancên leşkerî dûr bisekine, û hemî tedbîrên gengaz bigire da ku zirarê negihê milkên çandî û bi her awayî wê kêm bike.

Li gorî fermanên leşkerî, QSD’ê dê digel rayedarên rêveberiyên sivîl yên li bakur û rojhilatê Sûriyê, tedbîrên parastina milkên çandî bigirin ta ku eger pevçûna tunebe jî.

Follow Me