Meclîsa Sûriya Demokratîk

Di bersiva destpêşxeriya MSD’ê de … Rêveberiya Xweser bi sedan malbatên Sûrî ji kampa Holê derdixe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi derkirina malbatên Sûrî ji kampa Holê, li rojhilatî Hesekê kir, li gorî “mekanîzmaya nû” ya ku dihêle malbatên Sûrî bi dilxwazî ​​ji kampê derkevin, piştî pêşkêşkirina destpêşxeriyekê ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo Rêveberiya Xweser di Çiriya pêşîn ya îsal de.

Îro, zêdeyî 120 malbatên Sûrî, di nav wan de zêdeyî 515 kes, derketin bejahiya Dêra Zorê, ku Rêveberiya Xweser misoger kir ku ew dê werin veguhestin bo warên xwe.

Mekanîzmaya nû derketina bi dilxwazî ​​bo penaberan, piştî radestkirina belge û kaxezên nasnameyê bo yê ku dixwazin vê yekê bikin, mekanîzmaya derketinê ya berê jî bi riya daxwaz û misogeriyan ji rûspî û şêxên eşîran bû.

Îlham Ehmed seroka Meclisa Rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk, di dema semînerek diyalogê de li bajarê Reqa di 3’ê Çiriya pêşîn de; wê got ku wan destpêşxeriyek pêşkêşî Rêvebiriya Xweser kirin ku tê de hemî jin û zarokên Sûrî ji kampa Holê yên ku dixwazin derkevin derve dikarin, ev destpêşxerî jî, bersiv wergirt ji Rêveberiya Xweser.

Di vê derbarê de, “Şêxmûs Ehmed”, serokê Nivîsgeha Kesên Koçber û Penaberan di Rêvebiriya Xweser de, got ku ev koma yekem e li gorî mekanîzmaya nû, tekez kir ku dê rêwîtî û komên din hebin piştî ku penaber navên xwe li nivîsgehên taybet li kampê tomar bikin da ku rewşa wan bixwînin û piştre derketina wan ji kampê.

Kampa Holê di nav de / 64 / hezar kes hene, ku / 30606 / Iraqî ne û / 9544 / ji malbatên endamên biyanî yên DAIŞ’ê ne, jimara Sûriyan jî li dora / 24 / hezar kes in û bêtirî 28 koman heya niha ji kampê derketine.

Add comment