Carek din, teror xwe eşkere dike û ewlekariyê dike armanc li paytexta Avusturya(Nemsa) Viyêna, ku çekdaran duh êvarî, Duşemê, çend cîh li paytexta Viyêna kirin armanc, çar kuştî û hejmarek birîndar hiştin.
Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de vê kiryara terorîstî ya tirsonek şermezar dikin, û em hevsoziya xwe ya tevahî bi gelê Nemsawî re di vê karesatê de radigihînin, û em bawer dikin ku ji bo civaka navneteweyî pêdivî ye ku tedbîran bigire da ku ewlehiyê biparêze û ewleyan li cîhanê ji êrişên terorî û tundrewî û tundûtûjî bi hemî şêwazên wê biparêze.
Li ser vê yekê, em bang dikin ji bo avakirina sîstemek navneteweyî da ku li ser şopandina biryarên navneteweyî yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê, têkoşîna li dijî fînansekirina wê, û cezakirina welatên ku hebûna tundrewan li herêmên wan an li deverên kontrola wan hêsan dikin, bixebite.
Herwiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo zêdekirina hevrêzî û hevkariyê bixebite da ku îdeolojiya tundrew û alîgirên wê ji holê rabike, çi ew rêxistina cîhanî ya “El Qaîde” û dûvikên wê be an rêxistina terorîst DAIŞ’ê be, em bang li hevpeymaniya navdewletî di şerê Daiş de dikin ku xebata xwe bidomîne jibo jinavbirina terorîzmê û îdeolojiya wê, şopdariya şaneyên wê yên razayî û dadgehkirina çekdarên wê li bakur rojhilatê Sûriyê bi riya dadgehên terorîzmê ji bo wê armancê têne damezrandin.
Her wiha em bang li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û koalîsyona navneteweyî dikin ku li dijî DAIŞ şer bike da ku li pey endam û mîrên DAIŞ yên ku li deverên Tirkiye dagir kiriye hene, çi li Efrîn û çi jî li Serê Kaniyê, ku di dema dawiyê de al û sembolên rêxistina DAIŞ ya terorîst di meş û xwepêşandinên wan de wek yên ku berê di dema kontrolkirina DAIŞ li Îraq û Sûroyê, ku ev dever (ango Efrîn û Serê kaniyê) ji bo hinardekirina terorîzm û tundrewiyê dîsa bû wargehek ewledar û zeviyek bihêz, ku bi vî rengî wê li cîhanê hinarde dikin û ewlehî û aştiya wê tehdîd dikin.
Di encamnameyê de, em sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên qurbanan û hikûmet û gelê Komara Avusturya re dixwazin, û ji bo birîndaran saxlemiya bilez dixwazin.
3’ê Çiriya paşîn 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk