Roja 9’ê Cotmehê, yekemîn salvegera destpêkirina êrişa Tirkiyê û çeteyên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” li ser bajarên ewledar Serê Kaniyê û Girê Spî, her cûre çek bikaranîn, di nav wan de yên qedexekirî li qada navneteweyî wekî bombeyên fosforî, ku bi sedan şehîdên sivîl û leşkerî bûn qurbanî, û wêraniyek mezin hişt li herêma di bin navê “Kaniya Aştiyê” de. Di encama operasyona leşkerî ya hovane ya Tirk de, bi deh hezaran niştecihên herêmê koçber bûn, û bajar û gundên dagirbûyî veguherîn qadek bo komên terorîst, û li pişta wan jî artêşa Tirk, da ku siyasetek sîstematîkî ya Turkkirinê li dijî dever û niştecihên wê yên resen bicîh bîne û demografiya wê biguheze.
Piştî derbasbûna salekê li ser karesata ku ji ber maşîneya kuştin û wêrankirinê ya tirkan li dijî niştecih û pêkhateyên herêmê çêbû, dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê ji komên terorîstî yên girêdayî kiwalisiyona sûriyê berdewam gendeliyê li bajar û bajarokên Sûriyê li herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî dikin û tawanên şer û dijî mirovahiyê li dijî niştecihên herêmê dikin.
Pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Çerkez û Tirkmen bûn û hîn jî dibin hedefa kampanyaya Tirk, û wan bi zanebûn ew koçber kirin û yên ku di wan de man bi cûrbecûr rê bi desteserkirina malan û qût û hilberên çandinî û şewitandina wan likêlek girtin û binçavkirina bi zorê li dijî welatiyên bêguneh ji jin, pîr, zarok û kesên xwedan hewcedariyên taybet û êşkence kirina wan ta mirinê. Herwiha anîna malbatên çeteyan û bicîkirina wan tê de; ji bo guhertina taybetmendiyên çandî, olî û civakî yên herêmê.
Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de, di dema ku em dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî, şermezar dikin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin, di serî de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û birêz Antonyo Guteres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, û welatên ku di dosyeya Sûrî de çalak in, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Federasyona Rûsî, ku ji bo bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk li herêmên Bakurê Sûriyê û derxistina penaberên mêvan ji malên niştecihên xwemal.
Em herwiha bang li wan dikin ku vekirina lêpirsînek serbixwe li ser binpêkirinên ku li bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, û operasiyonên kuştinên meydanî, di serî de şehîd Hevrîn Xelef, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, û darizandina tawanbaran li dadgehên navneteweyî da ku li ser wan tawanên cengê yên ku wan kirine ceza bikin.
Herwiha dabînkirina vegera ewledar ji koçberên bi zorê û penaberan bo bajar û gundên wan, û qerebûkirina kesên ku bandor dîtine, li gorî peymanên navneteweyî, pîvanên mafên mirovan û peymana parastina gelên sivîl di dema şer de.
Em tekez dikin ku hebûna Tirkiyê li seranserê bakurê Sûriyê ji Efrînê heya Serê Kaniyê, di Izaz, Cerablus, Bab, Idlib û Girê Spî re derbas dibe zirar da civaka Sûrî bi hemî pêkhateyên wê, bi kuştin, wêrankirin, û nebûna ewlehî û aramiyê, herwiha bi karanîna ciwanên wê wekî ” çete ” li eniyên şer yên ku dewleta Tirk li herêmê pêdixe.
Dilovanî ji bo şehîdan
Saxlemiya bilez ji bo birîndaran
8’ê Cotmehê 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk