Bajarê Babê, li gundewarê Helebê, bakurê Sûriyê, rastî teqînek mezin hat, bi dehan qurbanî û birîndar ketin di encama teqîna maşîneyeke bombekirî de li nêzîkê rawestgehek otobîs û teksiyên kirê li navenda bajêr ku di bin kontrola hêzên Turk û komên çekdar yên bi ser wê ve.
Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de, aliyên tundrê berpirsiyar dibînin di ber van teqînan de, yên ku zêde bûne piştî daxwazên berdewan yên xelkê ji çekdaran da ku navendên xwe vala bikin û bar bikin derveyî gund û bajaran, ji ber ku ev kiryarên terorîst derfetê dide komên çekdar ku rol û hebûna xwe li hundurê bajarên dagirkirî vegerînin û xurt bikin.
Herwiha, dema ku em vê kiryara terorîstî ya tirsonek şermezar dikin, em bang li dezgehên navneteweyî dikin ku komîteyên lêpirsîna navneteweyî yên pispor ava bikin da ku lêkolîn bikin û lêpirsîna pêwîst pêk bînin û yên li pişt van teqînan eşkere bikin û derfetê nedin komên tundrew ku di nav bajar û gundan de bimînin û kiryarên cûrbecûr ji binpêkirinên li dijî niştecihên van deveran rawestînin, di nav de revandin, kuştin û koçberkirin talankirina milkên xelkê û koçberkirina niştecihên resen ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê spî, herwiha bidawîbûna diyardeya serberdayetiya bikaranîna çekan, ku bûye tirsek demdirêj ji bo sivîlan û ewlehiya wan li wir tehdîd dike.
8’ê Cotmehê 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk