Meclisa Sûriya Demokratîk pêşwaziya rapora komîta lêpirsîna navneteweyî ya serbixwe li ser Sûriyê dike ku pêşkêşî Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir di çil û pêncemîn civaya wê de di 14’ê Êlonê – 2’ê Cotmeh 2020 de ye, û bang li komîteyê dike ku seredana bakur û rojhilatê Sûriyê bike ji bo lêpirsîn û tekezkirina tawanbar û tohmetên ku di raporê de hatine behs kirin rast têkildarî Hêzên Sûriya Demokratîk.
Meclis hemî binpêkirinên mafên mirovan û tawanên cengê yên ku ji alîyê rêjîma Sûriyê, rêxistina DAÎŞ, Heyet Tehrîr El-şam û hemî komên terorîstî yên bi Tirkîyê ve têkildar, bi tundî şermezar dikin.
Rapor amaje pê dike, li ser hemî tawanên cengê û tawanên qirkirina etnîkî li dijî sivîlên Sûriyê yên bi eslê xwe Kurd in li Efrîn û Serêkaniyê ji hêla komên terorîst yên girêdayî Tirkiyê ve û bi fermana wê.
Herwiha tekez dike li ser rastiya binpêkirinên tirsnak yên mafên mirovan ji hêla van aliyên terorîst ve bi rêkûpêk li dijî welatiyên Kurd û Êzîdiyan di bin çavdêriya rayedarên Tirk de, di nav de kuştin, îşkence, revandin, gefên mirinê, zordarî, binçavkirin, îşkence, talan û destdanîna ser milkan, êrişên ser deverên olî û şûnwarên dîrokî, û kiryarên şîdeta cinsî û tecawizkirina jin, mêr û temenbiçûkan.
Xemgîniya xwe ya kûr li hember hemî tawanên dewleta dagîrker a Tirk û aliyên terorîstî yên pê re têkildar diyar kir, û destnîşan kir ku wan ava stasiyona Elok ji ser parêzgeha Hesekê birrîn û ava vexwarinê wekî amûrek şer li dijî zêdeyî mîlyonek mirov bikar tînin.
Û dibîne ku Tirkiye bûye sponsorê terorîzma navneteweyî û dewletek hov ku mafên serwerî yên welatên cîran û welatên Dery Sipî binpê dike, kaos û nakokiyan bi polîtîkayên xwe yên êrişker diafirîne, û ewlehî û aştiya herêmê têk dibe,
Ew bang li civaka navneteweyî dike ku tedbîrên bilez û hişk li dijî wan bigire da ku tawanên xwe yên dijî xelkên Sûriyê rawestîne, û bang li Konseya Ewlekariyê dike ku biryarnameyekê derxîne ji bo vekişandina bilez ya Tirkiyê û komên terorîstî yên pê re têkildar in ji tevahî axa Sûriyê, û dadgehek navneteweyî jibo tawankarên şer ava bike da ku dewleta Tirk û karbidestên wê, DAIŞ û aliyên terorîst ceza bike, û xistina herêmên dagirkir yên bakurê Sûriyê di bin banê çavdêriya Hêzên Aştiyê yên UN de,
Herwiha şandina Komîsyonên lêpirsîna rastiyê bo Sûriyê da ku binpêkirinên mafên mirovan, tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê belge bike, û biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254 bi riya proseyeke siyasî ya berfireh û pêbawer bicîh bîne.
18’ê Êlonê, 2020
Meclia Sûriya Demokratîk