Îro 9’ê Kanûna paşîn e, 5’emîn salvegera damezrandina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD’ê) ye, wekî hevbendiyekê ji hêz û şepêlên Sûrî ku baweriya wan bi demokrasî, hevparî û diyalogê heye wekî rêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên niştîmanî û bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê û parastina yekîtiya welat bi ax û gel.
Damezrandina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) wekî hewildanekê bû ku hêzên niştîmanî demokratîk yên Sûrî li hev bicivîne, û piştî ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li ser navê Rêveberiya Xweser û avahiyên leşkerî yên din li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku şerê terorê kir û bi hezaran şehîd da, avahiyên îdarî ava kirin, da ku dîtina siyasî temam bike û ji wan re bibe lêvegerek wekî rewşek niştîmanî û projeyek ji bo tevahî Sûriyê.
Salvegera damezrandinê di vê salê de di bin rewşekê de ye ku hemwextî mercên tenduristiyê yên awarte dibe, ku hemî mirovahî di encama belavbûna pandemiya Corona de êşê dikişîne, lê welatiyê Sûrî gelek êşan dikişîne, bi êşa koçberî, derbederî, lêgerîna debara jiyanê li derve û penaberiyê dest pê dike, ta ku êşên wan hatiye veguherîn bo kaxezeke bazirganiyê ku aliyên nakok li ser desthilata welêt di nav de bazirganiyê dikin.
Di heman demê de ew bi êşek din re ku li ser laşê Sûriyan yê westandî giran dibe hevdem e. Ew jî dagirkeriya dewleta Tirk e li Serê Kaniyê û Girê Spî ye ku bêtir axa Sûriye dagir dike, di berdewamiya projeyên xwe yên berferehkirinê de li Sûriyê ye, piştî dagirkirina Cerablus, Îzaz, Bab, Efrîn û Idlib û bikaranîna Sûriyan wekî ” çete ” di şerên xwe yên derveyî sînoran de.
Hewldanên çareseriya siyasî piştî deh salan ji krîzê hîn jî têne beravêtin, û bijardeya rawestandina çare yê serwerê rewşê ye heya niha, di nebûna lihevkirinek navneteweyî de di navbera welatên di doseya Sûrî de bi hêz in, ji bilî hebûna kirîza temsîlkirina vîna Sûriyê di navbera her du aliyên şer de li welat (dijberî û rêjîm), aliyek sitemkar e, welat wêran kir û doza mafê xwe yê xwed
di kontrolkirina welêt de dike, û aliyê din piraniya wan rehîneyê ejindeyên herêmî ne ku dijminahiya projeya çareseriya niştîmanî dikin.
Di nava vê yekê de, Meclisa Sûriya Demokratîk, ji destpêka damezrandinê berî pênc salan ve, hewil da ji bo çalakkirina rêya niştîmanî û alternatîfa sêyemîn, ku ji bingeha lihevhatina li ser hevbeşiyan hate destpêkirin û zemînek zexm ava kirin ku Sûriyan ji hemî pêkhate û cihêrengan bihewîne.
“MSD’ê ” li gorî nêrînek niştîmanî xebitî û xema gelên Sûriyê ji serî heta dawî hilgirt û hewl da ku bi îmzekirina têgihiştinan di navbera me û hêzên niştimanî yên Sûrî de, û pêkanîna rêze hevdîtinên diyalogê li welat, herwiha komcebatén diyalogê li derve digel kom û kesayetiyên dijberiya demokratîk ku di têgihiştin û nerînên hevpar lidarbixe û bingeha platformek demokratîk pêk bîne ji hêzên niştîmanî yên ku baweriya xwe bi çareseriya Sûrî tînin.
Herwiha, Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cizîrê û Firat piştî / 13 / semînerên diyalogê bi piraniya elîtên civakê yên li herêmên Cezîra û Firatê ve hatin li dar xistin. Vê kongireya ku stasyonek niştîmanî ava kir, bal û guhdan û pejirandina niştîmanî ya mezin peyda kir.
Em di Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de, û bi vê boneyê em soza xwe ji bo gelê Sûriyê nû dikin ku hemî hewildanan pêk bînin da ku bigihêjin daxwazên xwe jibo bidawîkirina kirîza dijwar û kar ji bo derxistina hemî dagirkeran û avakirina Sûriya nû li ser bingeha hemwelatiya rasteqîn li gorî sîstema nenavendî ya demokratîk.
9 Kanûna pêşîn 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk
Add comment