Meclîsa Sûriya Demokratîk

Birûska sersaxiyê

Me bi xemgînî, nûçeya koçbarkirina bavê mezin û lêvegerê olî yê bilind bo Êzîdiyan li cîhanê, Xurto Hecî lsmaîl, bi nasnav Baba Şêx, bihîst.

Bi vê boneya xembar em sersaxiyê ji malbata wî, ji kesûkarên wî re, û ji hemî şopîner û mirîdên wî li Sûriyê, Iraq û cîhanê û hemî oldarên ola Êzîdiyan re dixwazin, hêvîdarin ji yezdan bi firehiya dilovaniya xwe, wî di nav pêşngên durist û rast de qebûl bike, û dilên we xweş bike, û me hemiyan şareza bike ku ala aştî, hezkirin û xweşbîniyê bilind bikin.

2/10/2020
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me