Îro, li bajarê Reqayê, pêncemîn komxebata diyalogê hat lidarxistin, ji rêzeya semînerên Meclisa Sûriya Demokratîk bi kesayetiyên civakî, siyasî, çandî û şêxên eşîran li parêzgeha Reqa û gundewarê wê pêk hat, di bin dirûşmeya: “Ber bi konferansekî niştîmanî ji bo xelkên Cizîrê û Firatê ” birêveçû.
Di beşa yekem de, doseya diyaloga Sûrî – Sûrî hate gotûbêj kirin; Beşdaran bi berferihî li ser vê mijarê nîqaş kirin û bi nirîn û pêşniyarên xwe ev beş dewlemend kirin. Wan tekez kir li ser pêdiviya xebatê û hevdîtinê bi destpêkirina tiştên hevbeş ku Sûriyan di hemû pêkhat û çarçewên xwe yên cûrbecûr de tînin ba hev, û ber bi çareseriyeke siyasî ve ku welat ji rewşa perçebûnê derdixe, ku ew ji dehsalan ve dikişîne, di heyama wê de, Sûriyan gelek hêsir û xwîn dane.
Li ser diyaloga bi hukûmeta Sûriyê re, beşdaran kêrhatîbûna diyalogê digel aliyekî ku yê jê cuda ye red dike pirsîn?, ku ev sedemeke sereke bû ji bo rewşa welat ya wêrankirin, koçberî û penaberiyê.
Ji bo beşa duyemîn ji diyaloga bi Opozisiyonê re, beşdaran banga diyalogê bi opozisyonê re kirin, ku ne girêdayî ejindeyên biyanî ne û ne bûn aliyek di kuştin û koçberkirina Sûriyan ji malên wan. Wan tekez kirin ku pêdivî heye bi hevdîtina pêkhateyên opozisyonê li ser nêrîn û bernameyên yekgirtî li hev bikin, û li vir wan pesnê rola Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di hevdîtin û têgihiştinên ku ew bi Opozisiyona demokratîk re li hundir û derveyî welat pêktîne .
Beşdaran piştgirî dan ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bine navendeke niştimanî ya lihev civandinê ji bo opozisiyona demokratîk, ber bi yekirina hêzên wê û avakirina lihevkirinên berfireh ku rê li ber çareseriyeke berfireh ji aloziya Sûriyê re veke .
Diyaloga Kurdî-Kurdî jî, di nîqaşan de bû rojev, gelek beşdaran pirsên li ser awayê pêvajoya diyalogê di navbera aliyên Kurdî de anîn ziman. Dosya diyaloga Kurdî-Kurdî bi gelek tevlihevî û teşhîrkirinê hatibû dorpêç kirin, lê organîzatorên diyalogê armanc û rêça diyaloga Kurdî ronî kirin û diyar kirin ku diyaloga Kurdî beşekî bingehîn e ji diyaloga Sûrî ya giştî ye.
Xala duyemîn têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê û rola wan di avakirina Rêveneriya Xweser de nîqaşkir- herwiha mekanîzmaya pêşxistina beşdarbûn û xebata sazûmanî di Rêveberiya Xweser de hat nîqaşkirin, ku gelek rexne li aliyên kêmasiyên rêveberiya xweser hatin kirin.
Aliyên xizmetguzarî, perwerde, û aliyê ewlehiyê yê rêvebiriyê gelek rexne û têbîn li ser wan hebûn, lê li gorî beşdaran, ev girîngiya Rêveberiya Xweser li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê paşguh nake, û ew rewşek awarte û bêhempa ye ku pêdivî bi pêşveçûn û berfirehkirina bingeha beşdarbûna di wê de heye.
Li aliyek din, beşdaran, Rêveberiya Xweser wekî dergehekî rizgariyê ji bo rewşa Sûriyê dîtin, ji ber ku Rêveberiya Xweser rewşa piralîbûnê di civaka Sûriyê de îfade dike û pêkhateyên wê bê bidûrxistin temsîl dike.
Ev komxebat jî, ji nav rêzek semîneran de ye ku ji hêla MSD’ê ve li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin da ku beşdariyê pêşve bibe û rewşa pêkvejiyanê di navbera gelên bakur û rojhilatê Sûriyê de pêşve bixe û wergirtina nerîn û pêşnîyarên ku dê paşê di konferansa xelkên Cizîrê û Firatê de werin pêşkêş kirin, piştî bidawîbûna komxebatên ku ji hêla MSD’ê ve hatine kirin.


