Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed: Em dixwazin Rêvebiriya Xweser bikin ezmûnek bibandor û bibe modêlek nimûne li Sûriyê

“Çewtiyek e ku em bibêjin, hemî çalakî û pêkhateyên siyasî û civakî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê beşdar in di Rêveberiya Xweser de, di demekê de ku em dixwazin wan tevlî bikin û rêveberiyê berfireh bikin da ku her kes tê de hebe û bibe modelek ji bo Sûriya nû, ” bi vî rengî, “Ilham Ehmed”, seroka meclisa rêvebir ya MSD’ê, axaftina xwe li destpêkir li komxebata pêncemîn de ya ku MSD’ê li herêmên bakur û rojhilatê welêt lidardixe.

“Ehmed” diyar kir ku mebesta Meclisa Sûriya Demokratîk ji lidarxistina komxebatên diyalogê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê; Ew e ku cîh bide ew çalakvanên ku ta niha beşdar nebûne, nirîn bidin û rexneyên xwe bikin li ser karûbarê rêveberiyê bînin ziman û pêşniyaran pêşkeş bikin da ku wan pêşve bixe likêlek pêşvebirina pêvajoya diyaloga Sûrî-Sûrî bi nerîn û pêşniyarên ku dê bibin factor ji bo pêvajoya siyasî li welat.

Rêveberiya Xweser pêdivîyek objektîf e

Ebid Hamid El-Mihbaş, hevserokê Meclisa Rêvebir ya Rêvebiriya Xweser, li ser sedemên objektîf yên ku hiştin xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin bikin û karûbarên xwe birêve birin, peyivî û diyar kir, ji ber ku bi vekişîna rayedarên rêjîmê ji herêmên bakur û rojhilata Sûriyê û valakirina wan da ku desthilatdariya navendê biparêze, û cudahî bikaranî lidijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya Xweser, hewcedariyek civakî û pêwîst e û modêleke pêşketî ye ji rewşa Sûriyê, Mihbaş got ku tevî vê yekê jî, em dixwazin rêveberiyê pêşve bibin û yên derveyî wê ne heya niha têvlî wê bikin.

Herwiha berdewam kir, ku hin aliyên heremî hene wekî hikumeta Sûriyê û dezgehên herêmî wekî dewleta Tirkiyê û Îranê, û aliyên Opozisiyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ne, ku hewildidin aramiyê nehêliin û nakokiyê di navbera pêkhateyên herêmê de belav bikin da ku rêveberiyê lawaz bikin û bi teşwîqkirina raya giştî ya Sûrî veguherînin, lê tevî kêmasiyan ew baştirîn modêlên rêveberiyê ne li ser erdnîgariya Sûrî heya niha.

Gavên cidî ji bo pêşvebirina Rêveberiya Xweser

Beşdaran di komxebata pêncemîn de ya li Raqayê gelek rexne pêşkêş kirin, li ser karûbarê rêveberiyê û saziyên wê li bakur û rojhilatê Sûriyê, hem di warê kargêriyê û peydakirina xizmetguzariyê ji welatiyan re, û di vî aliyê de gelek rexne ji aliyê beşdaran ve hatin kirin, û aliyê perwerdehî û bernameyên hînkirinê yên ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine pejirandin not û rexne li ser naveroka wê û pêdaçûna wê ya pêkhateya civakê û her wiha di aliyê ewlehiyê û mafên kesan di warên îdarî de hatin kirin.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Seroka Meclisa Rêvebir “Hikmet Hebîb” tekezî kir li ser girîngiya van dîtin û pêşniyaran, ku dê rêveberiyê dewlemend bikin, pisporiyê pê re peyda bike, herwiha beşdarbûna teknokratan di sazûmana rêveberiyê û saziyên wê de bibe.

Hebîb destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ne rewşek normal e, û mercên derûdorê bi hev re dibe sedema derengketina pêşveçûn û geşedana wê, ji bilî hejmarek mezin a xerakirina zanebûn ji hêla saziyên çapemeniyê ve yên girêdayî aliyên ku dixwazin rêveberiyê pûç bikin û wê hilweşînin.

Herwiha diyar kir ku çalakvan û kesayetiyên li hember rêvebiriyê helwestên nezelal digirin hene ji ber ku ew ne hayedarin li ser karûbarê wê û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû ne, û got jî ku ev semîner armanc dikin ku xîtaba her kesî bikin da ku wan di asta siyasî û îdarî de tevlî bikin.

 

Gendelî û zelalbûn di Rêveneriyê de

Mudaxeleyên beşdaran li ser bûyerên gendeliyê yên di Rêveberiya Xweser û saziyên wê de sekinîn, ku serfirazî û pêşveçûna bi bandor a civakê bi sînor dike û çerxa avahiyê asteng dike, ku wekî bindeha herî girîng ya rêveberiya nûhatî tête hesibandin.

Di bersiv û zelalkirina pirsên beşdaran de li ser hevserokê Meclîsa Rêvebir di Rêveberiya Xweser de, “Ebid Hamid El-Mihbaş,” got: “Bê guman e ku rêveberî dixebite, bi rêya dezgehên çavdêrîkirina tund, da ku hemî şêweyên gendeliyê ji holê rabike û intîhazî û gendelan ceza bike.

Mihbaş berdewam kir ku pêvajoya ji holê rakirina gendelî û gendelkaran dê bidome, û dê dilrehetî tune be di danûstandina digel her kesê ku dixwaze hedir û diziyê bike û berpirsiyariya xwe ya xirab bikar bîne.

Derbarê dahat û çavkaniyên Rêveberiya Xweser de, Mihbaş bi hejmaran behsa lêçûnên rêveberiyê li ser projeyên xizmetguzariyê û vegerandina binesaziya hilweşiyayî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir, û eşkere kir ku bûdceya Rêveberiya Xweser ji çapemeniyê re hate pêşkêş kirin û ew ji çavkaniya darayî û dahatên rêveberiyê ji kesekî re ne veşartî bû.

Follow Me