Meclîsa Sûriya Demokratîk

Rapora komîta lêpirsîna navneteweyî “tawanên cengê” ji alîyê çekdarên girêdayî Turkiyê ve li Sûriyê belge dike

Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî got ku aliyên Turkiyé piştgiriyê dide wan “sûcên şer” li Efrîn û Serê Kaniyê kirine, herwiha şûnwarên dîrokî talan kirin û mîrateya şaristanî ya li herêmê wêran kirin.

Paolo Pînêro, serokê komîteyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, “Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya piştgir e ji Turkiyê ve tawanên cengê li Efrîn, Serê kaniyê û deverên derdora wê kirine, di nav de jî rehîne girtin, danûstendkariya hovane, êşkence û destdirêjî”.
Lê zêde kir ku “Civat û çandên hene, tevde di bin êrîşê de ne, şûnwarên dîrokî yên ku ji aliyê UNESCO ve destnîşan kirî ne hatine birin û talan kirin,”.

Di raporekê de ku nîvê yekem yê sala 2020-an, Komîsyona Lêpirsînê ya li ser Sûriyê got ku kuştin û destdirêjiya li ser sivîlan ji hêla hemî aliyan ve, ku bi rengên mezhebî têne kirin, mezintir dibe di aloziya ku di 2011’an de dest pê kir. Di raporê de tê gotin ku “sivîlên li herêmên Efrîn û Serêkaniyê bûn şahidê kampanyayek binpêkirinên çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûrî, û hem jî topbaran û otomobîlên bombekirî bi bombeyên çêkirî.

” Rapor destnîşan dike ku “gelek jêder diyar dikin ku mal û milkê Kurdan li seranserî herêma Efrînê hatine talan kirin û ji hêla çeteteyên Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ve bi rengek hemahengî hatine desteser kirin.”

Endamê komîteyê Hanî Meclî got ku Turkiyê ev kom perwerde kirin û derbasbûna wan ya Turkiyê hêsan kir. “Ew dikare bandora xwe pir bêtir bikar bîne ku wan lêpirsîn bike da ku binpêkirinên têne kirin rawestîne, lê wî di heman demê de dilêşiya xwe anî ziman.

Li aliyekî din, rapor diyar dike ku di derbarê hêzên hikûmetê de, bûyerên vê dawiyê yên windakirina bi zorê, îşkence, şîdeta sêksî û mirinên dema binçavkirinê tê asta sûcên li dijî mirovahiyê.

Wî bal kişand ser zêdebûna êrişan li ser deverên Hêzên Sûriya Demokratîk û hevpeymaniya navneteweyî ji bo şerê “DAIŞ” “, û herwiha xirabûna zêde ya şert û mercên li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê.

Pêşniyarên ku di dawiya raporê de hatine, girtin agirbesteke demdirêj li hemî deverên welêt li gorî biryara 2254 ya UN, û serbestberdana hemî mehkûm û girtiyan û vegerandina wan bo malên wan.

Di encamnameya konferansa rojnamevanî de ku di vî warî de hat li dar xistin, Komîser Karîn Konîng Ebûzêd piştrast kir ku raporê “tenê beşekî biçûk ji binpêkirinên hatine kirin” li dijî gelê Sûrî vedigire.
Biryar e komisyon di 22’ê Êlonê de raporê pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Add comment

Highlight option

Turn on the "highlight" option for any widget, to get an alternative styling like this. You can change the colors for highlighted widgets in the theme options. See more examples below.

Instagram

Instagram has returned empty data. Please authorize your Instagram account in the plugin settings .

Advertisement

Small ads

Flickr

  • À corps et à cris
  • Trois branches
  • Evening
  • Emma 03
  • Emma 04
  • Emma 04
  • Emma 03
  • Emma
  • Emma 01

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.

ThemeForest