Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov pêşwaziya şandekê ji Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel li paytexta Rûsya, Moskova kir, ji bo gotûbêjkirina piroseya siyasî û bizavên çareserkirina kirîza Sûriyê.
Şande ji Seroka Desteya Rêvebir, Ilham Ehmed, Cîgirê Serokatî Hikmet Hebîb û Senhrîb Bersûm, hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî, û Sîhanok Dîbo, nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk li Misrê, herwiha Qedrî Cemîl, endamê Desteya Serokatiya Meclisa Navendî ya Partiya Vîna Gel pêk hat.
Hevdîtin piştî îmzekirina belgeya têgihiştinê di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel de hat, ku di belgeyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewcebûnek objektîf e û hewcedariyek civakî ye, û girîng e ji ezmûna Rêveberiya Xweser sûd bê wergirtin, bi erênî û neyînî, herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ya ku bi cidî beşdarî şerê li dijî terorîzmê bû û hîn jî ji bo pêşvebirina pêkvejiyanê dixebite, divê ew di pêşerojê de li ser bingeha mekanîzmayên ku li ser bê lihev kirin di sazûmaniya artêşê de, beşdar be.
Belgete tekez kir ku Sûriya nû ni xak û gel Sûriyeke yekbûyî ye, û bal kişand ser giringiya afirandina destûrek demokratîk ku rengekî pêşketî be ji nenavendiyê peyda dike û wê mîsoger dike ku gel desthilatdariya xwe ya rasterast li herêman bikar bîne û bigihîje xweseriya xwe ya têrker, û dabeşkirina wekhev ya saman û geşedanê li welêt, bi şertê ku karûbarên (karên derve, parastin, aborî) di bin serweriya dewletê de be.
Birêz Lavrov piştgiriya welatê xwe nîşanda ji belgeya têgihişhinê re ya ku MSD’ê bi Partîya Vîna Gel re îmze kir, herwiha piştgiriya xwe ji tiştê ku tê de hatiye vegotin û piştgirî da hemî hewlên jibo çareserkirina kirîza Sûrîyê.
Meclisa Sûriya Demokratîk di 27’ê Tebaxê de li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Rûsiyayê, gihîştibû Mosko yê, û îro piştî nîvro, ligel Partiya Vîna Gel belgeyek têgihiştinê îmze kir.