Meclîsa Sûriya Demokratîk

Emîna Omer: Em hewla avakirina nasnameyeke niştîmanî gîştî dikin bi riya diyaloga Sûrî-Sûrî

Îro komxebata sêyemîn a diyalogê li bajarê Minbicê birêveçû, ji rêze komxebatên Meclisa Sûriya Demokratîk e li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya “Ber bi kongirekî niştîmanî ji bo gelên Cizêrê û Firatê” de, bi amadebûna bi dehan kesayetên siyasî, civakî, çandî, şêx û serokên eşîran li herêma Manbicê lidarket.

Di xala yekem de, diyaloga Sûrî-Sûrî hat nirxandin, diyaloga bi opozisyonê re, diyaloga bi rêjîmê re, diyaloga Kurdî-Kurdî û encamên wan li ser çareseriya siyasî; Emîna Omer, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk, li ser girîngiya diyalogê ji bo rewşa Sûrî, ku çarenûs û biryara wê girêdayî lihevkirinên navneteweyî û welatên ku bi doseya Sûrî re têkildar in, peyivî.

MSD’ê li ser riya niştîmanî berdewam e

Hevseroka MSD’ê ji beşdaran re axivî li ser hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk yên hatine kirin û têne kirin ji bo avakirina rewşeke niştîmanî ku dê bibe bingeha Sûriya nû bêyî dûrxistin û cûdakariyê.

“Omer” behsa rêze civîn û komxebatên ku ji hêla MSD’ê ve hatine lidarxistin li hundur û derveyî welêt bi hêz û kesayetiyên Sûrî re yên bawer bi çareseriya hevpar û diyalogê di çareserkirina aloziyan de, nemaze rewşa Sûriyê, ya ku di nav deh salan de îsbat kir ku li Sûriyê çareseriyek leşkerî tune ye û bidûrxistin çandek e tekçûyî û negihîştiye nasnameyeke niştîmanî.

Destpêk ji avakirina nasnameyek Sûrî dorfireh re ye

Li ser armanca van komxebatên ku ji hêla MSD`ê ve li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin girtin û tên li dar xistin,
Omer got, Meclisa Sûriya Demokratîk xwedî nêrînek berfireh e ji bo çareserkirina kirîza Sûrî, û stratejiyek zelal heye ku bigihîje wê bi beşdariya hemî Sûriyan, bihêzkirina girêdana dîrokî di navbera pêkhateyên Sûrî de, û redkirina cûdakariya ku dijminên gelê Sûrî dixwazin belav bikin û mezin bikin bi geşkirina nakokî û pilankirina komployan wekî Tirkiye dike.

Di heman çarçoveyê de, hevseroka MSD’ê diyar kir ku hukûmeta sûriyê yê din ku jê cuda ye qebûl nake, lê berovajî wê, wesfdanên ne baş da ku raya giştî ya sûrî dijî wê bike û sûrî dabeş binavkirina sûriyan li gorî nêzîkatiyên dûrî welatparêziya ku em lê digerin.

Lê zêdekir ku ew hewildidin, bi diyaloga bi pêkhateyên Sûrî re, nasnameyek niştîmanî ya giştî ava bikin û sererastkirina rewşa dûrkirina pêkhateyên gelê Sûriyê, û ev semîner û semînerên bên tenê gava yekem in di vî warî de.

Bi zanebûn xerakirina şêweyê diyaloga Kurdî – Kurdî

Diyaloga Kurdî-Kurdî, li gorî hevseroka MSD’ê, rastî gelek tevlihevî û teşxeleyê hat ji bo têkbirina wê û dijî derketina pêkhateyên din li hember wan û wê wekî “yekdestdariya Kurdan” li herêmê nîşan kirin, û ev tekezî ye ji girîngiya vê diyalogê ye di pêvajoya siyasî de û diyaloga Sûriyan ji bo çareserkirina kirîza welêt bêyî alîtiya Sûriye bi wan hêzên li dijî çareserî yê.

Omer destnîşan kir ku divê tişt di çarçewa xwe ya rast de werin danîn, Diyaloga Kurdî-Kurdî ne ji bo “kota ye” û ne jî ji bo biderxistina pêkhateyên Sûrî li herêmên ku piraniya wan Kurd in digerin. Berovajî wê, ew diyalogek e berdewam e ji rêça MSD’ê re ji bo avakirina nasnameyek niştîmanî û bihêzkirina nirxên jiyana hevbeş û biratiya gelan.

Hevseroka MSD’ê Emîna Omer, di dawiya axaftina xwe de ronî da ser belgeya têgihiştinê ya ku MSD’ê bi Partîya Vîna Gel re li paytexta Rûsî, Moskova îmze kir, û got ku ev belge berhema civîn û şêwiran e, û ew vekurîne li ser heman gavan bi hemî aliyên Sûrî re yên ku em û wan bi hevre ne di parastina welatê xwe, Sûrîyê û pêşeroja zarokên wê de.

Add comment