Meclîsa Sûriya Demokratîk

Eşîrên herêma başûrê Reqayê: Em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk dikin da ku gelê me li Rojavayê Firatê rizgar bikin

Eşîr û hozên xeta başûrê bajarê Reqa bang li her du Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî kirin ku destwerdanê bikin û herêmên wan rizgar bikin ji milîsên îranî yên ku kiryarên kirêt û binpêkirî li ser malbat û xizmên wan li Rojavayê çemê Firatê dikin.

Eşîrên El-Sebxa, El-Wilda, El-Bû mani û El-Icêl îro bi riya daxuyaniyekê, êş û azarên eşîrên wan yên li deverên El Sebxa û Me’dan û gundên derdorê yên ku di bin kontrola milîsên girêdayî Îranê de ne ragihandin, li gorî daxuyaniyê; Sûc, destavêtin, kuştin û talan kirina qebîleyên wan dikin.

Di Daxuyaniya de hat gotin: ” bangewaziya xelkên me zêde dibe ji bo destwerdanê, daxwaz dikin ku Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk, milîsan ji rojavayê Firatê derxînin, ji ber ku ev milîs tevde hemû tawanên dijî xelkên herêmê dikin wek kuştin, zordarî, tirsandin û dizîna malên wan bi mebesta koçkirina xelkên wê yên resen li deverê bi awayekî sîstematîkî û bi rêkûpêk, herwiha karê guhertina demografîk.

” Daxuyaniyê destnîşankir, ku binpêkirinên li dijî zarokên wan ji aliyê milîsên îranî ve dibe, bi hebûn û bin çavê hêzên fermî yên Sûrî de (hêzên rêjîmê) têne kirin, lê ew tevnagerin û bê deng in, ku ji hêla eşîrên ve tê xutakirin wekî peyamekê ji bo dersînorkirina xelkên resen ji deverên wan û hêsankirina bicîhkirina guhertina demografîk.

Daxuyaniyê, kiryarên wan milîsan şermezar kir, û wekî sûcên mezhebî û tawankarî binav kir, ji ber kiryarên wan yên kuştin, talan û dest danîna ser malên xelkê û pezên wan li çolistana Şamê bi darê zorê, û li gorî daxuyaniyê hejmara qurbaniyan ji serjêkirin û kuştiyan 50 kes derbaskiriye.
Di dawiyê de, daxuyaniyê dîsa, bang li Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku destwerdanê bikin û piştgiriyê bidin xelkên deverê da ku deverên wan ji destê çekdarên milîsên tawanbar rizgar bikin, û rawestandina kuştin û talankirina mal û axê, wekî ew dibêjin.

Follow Me