Di bin dirûşma “Sûriyeyek demokratîk, pirreng û nenavendî” de, çalakiyên duyemîn konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê îro li bajarê Reqayê, bi beşdariyek berfireh ji hemû pêkhateyên deverê, lidarket.
Di konferanasê de, Nûnerên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê û şandek ji Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, nûnerên partiyên siyasî û yên serbixwe, Meclisa Sivîl a Reqayê, û rûspî û şêxên eşîrên Kurd û Ereb beşdar bûn, herwiha bi beşdariya 315 endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bakur û rojhilatê Sûriyê, û her du herêmên Hums û Idlibê.
Çalakiyên konferansê bi xwendina gotina komîteya amadekar dest pê kir, piştre çend gotinên li pey hev hatin pêşkêş kirin, di nav wan de gotina “Ebid Hamid El-Mihbaş”, Hevserokê Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, û axaftinên Meclîsa Malbatên Şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê, hatin pêşkêş kirin ji aliyê dayika şehîd Hevrîn Xelef, sekretera berê ya partiyê ku ew di Cotmeha sala borî de li ser destê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve hatibû şehîd kirin, û hevkarê şehîd Merwan El-Fitêh, endamê Meclisa Giştî li Dêrezorê, û axaftinek li ser navê malbata şehîd Omer Elûş hate pêşkêş kirin.
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Ibrahîm El-Qeftan, axaftinek siyasî kir, û paşê rapora siyasî ya Meclisa giştî ya partiyê hat xwendin.
Ibrahîm El-Qeftan, di axaftina xwe de balkişand ser pêşveçûn û destkeftiyên Partiya Sûriya Pêşerojê di navbera konfêransên wê yên yekem û duyemîn de di heyama rewşa siyasî ya guherîner a du salan de, û di axaftina xwe de tekez kir ku ev konferans dê ji partiyê re zayînek nû be bi riya dîtina siyasî ji dozê re û hêza pêgeha siyasî û rêxistinî û vekirina rê ji Jin û ciwanan re ji bo rêvebirina partiyê derdixe pêş.
“Qeftan” axaftina xwe domand ku peywira herî mezin ya ku li benda hêzên niştîmanî demokratîk, gihîştina veguherîna demokratîk e, û şertê yekem yê pêwîst ji bo pêkanîna vê veguherînê, yekîtiya hemî hêzên demokratîk e, wî bang li van hêzan kir ku bi lez hevbendiya xwe ava bikin di forma eniyek veguherîna demokratîk de wek doza bingehîn e di tekoşîna siyasî de û xala lihevkirinê ye ji hêla hemî aliyan ve.
Piştî bidawîbûna axaftinê, dîwana rêveberina civatê hate avakirin, ku tê de wan rapora karsaziya partiyê ji bo du sal û nîvan xwendin, û piştre rê ji bo beşdaran hat vekirin ji bo nîqaş û pêşnîyarên xwe li ser rapora karsaziyê û çalakiyên konferansê bi giştî bidin.
Piştî xwendina raporê, pêvajoya hilbijartinê dest pê kir, ku “Ibrahîm El Qeftan” wekî serokê partiyê û “Siham Dawûd” wekî sekretera giştî, herwiha 139 endam jî, ji bo Meclisa Giştî hatin hilbijartin.
Konferansê çalakiyên xwe bi xwendina encam nameya dawîn ji aliyê serokê Partiya Sûriya Pêşeroj, lbrahîm El-Qeftan bi dawî kir. Ku di encam nameyê de hat daxwazkirin: rawestandina şer û pêkanîna aştiya domdar li Sûriyê, serbest berdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa wendabûyan, vegera koçberan, daxwaza rakirina dosya kuştina şehîd Hevrîn bo dadgehên navdewletî yên taybet û vekirina dozeke fermî li ber dadgeha tawanan a navdewletî li dijî hemû kesên di sûc û alîgirên wê de beşdar in, herwiha pêwîstiya beşdarbûna hêzên siyasî li bakur û rojhilatê Sûriyê û nûnerayetiya wan di proseya sîyasî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, ew forma biryarê ya rêvebirinê ye, ku tê xwestin ji bo Sûriyeke demokratîk, pirrengî ya bi sîstema parlamento ya nenavendî, û bi dawî kirina hemî dagirkeriyên li Sûriyê, nemaze dagirkeriya Tirkiyê li ser Sûriyê. ”