Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ofîsa Rêxistinî ya MSD’ê, semînerek diyalogê li ser destdirêjiyên elektronî û bertekên wê li dar dixe.

Ofîsa Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Reqqa, roja Sêşemê semînarek diyalogê lidarxist li ser destdirêjiya elektronî û pênasekirina her tiştê têkildarî vê diyardeyê û awayê sînordar kirina wê, hatin nîqaş kirin.

Di semînerê de, hejmareke mezin ji endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên deste û ofîsên Rêveberiya Xweser, endamên Meclisa Jinên Sûrî û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, û herwiha kesayetiyên serbixwe yên civakî û siyasî, rojnamevan, û hejmarek ji rewşenbîrên bajarê Reqqa amade bûn.

Ehmed Mustafa, pispor di mijarên elektronîkî de, got ku gelek cûreyên êrîş û destdirêjiyên elektronî hene, di nav de (Xûkirin û pinpinîbûn), û hin rê û rêbazên pêşîlêgirtina wî behs kir, û piştre hin vîdyo ji bo vê diyardeyê hate destnîşan kirin, ku her kes ji ber pêşketina wê ya teknolojî rastî wê dibe.

Mustefa amaje bi hilgirtina alavên elektronîkî ji aliyê temen biçûkan kir û çêkirina hesaban ji bo wan, taybet zarok, ji ber ku dibe ew bi kesên ku hişê wan bibin bi rêgezên medya civakî re rû bi rû dibin, û mana wan demên dirêj li ser înternetê bi lîstikan û rûpelkirona malperan wê pirsgirêkên cidî li ser tenduristiya zarokan çêbike.

Rêvebirê Ofîsa rêxistinî, “Merwan Yûsif” behsa destdirêjiya elektronî û awayê karanîna hişmendî û parastinê di danûstendina pê re kir, da ku ji tawana destdirêjiya elektronî dûrkeve û bal kişand ser zirar û encamên diyardeya destdirêjiyê kir.

Di dewama axaftina xwe de, Merwan Yûsif li ser gelek mijarên destdirêjiya elektronî ji nerîna civakî û psîkolojîk axivî, herwiha behsa rola sazî û aliyên têkildar di rûbirûbûna van pirsgirêkan de û çawaniya kêmkirin û têkbirina wan kir.

Ji hêla xwe ve, endama ofîsa rêxistinî, Mîdya Bozan, paragrafek li ser şantaja elektronî li ser jinê û pirsgirêkên ku hin jin rastî wê tên ji gefên civakê derdixe pêş, pêşkêş kir, ku jinê paşguh dike ji ber sepandina çand û kevneşopîyên di nav wan de, ku ew mêran teşwîq dikin li ser bikaranîna hêz û serdestiyê bikin, ev yek dihêle rêjeya jinên rastî xûkirinê ji ya mêran zêdetir be.

Di dawiya semînerê de, ji beşdaran re nîqaş hate vekirin da ku derheqê bûyera destdirêjiya elektronî de nerîn bidin, beşdaran pêşniyar kirin li ser danîna qanûnên têkildarî cezakirina tawanbarên sûcên elektronîkî û damezrandina ofîsek taybet ji bo tawanên elektronîkî di nav dezgehên ewlehî û ewlehiya navxwe de. Herwiha beşdaran pirsgirêkên ku tê re derbasbûne ji encama destdirêjiya elektronî pêşkêşkirin li gel dana çareserî û şîretan ji bo pêşîgirtina li vê kêşe yê.

Add comment